Girtiyan dixin hucreyan û bi dedektroan li ser wan digerin 2025-10-04 09:04:48   WAN – Semîran Çakir Erbaga, xwişka girtî Firat Erbaga, diyar kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hefteyan e binpêkirinên mafên mirovan çêdibin û got ku cezayên hucreyê hatine zêdekirin, bi detektoran li ser girtiyan tê gerîn û eşyayên wan tên desteserkirin.   Firat Erbaga yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzincanê tê girtin, di hevdîtina heftane ya bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re behsa îşkenceyên ku girtî pê re rû bi rû dimînin kir. Erbaga yê ku di sala 2016'an de li Agiriyê hat girtin û 48 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, diyar kir ku zext roj bi roj zêde dibin û got ku cezayên dîsîplînê li wî hatine birîn, pirtûkên wî hatine  desteserkirin û ew di hucreya yekkesî de tê hiştin û bi detektoran jî li ser wan tê gerîn.   Xwişka Erbaga, Semîran Çakir Erbaga, der barê hevdîtinê de diyar kir ku girtîgeh rastî muameleya xerab û îşkenceyê tên û got: "Birayê min di hevdîtina telefonê de got ku ew di hucreyên ku lê hatine bicihkirin de bi zorê dikarin hewayê bistînin. Dema ku me serdana wî kir, me têlên bi hucreyan ve girêdayî dîtin. Ez demeke dirêj e di girtîgehê de mam, lê min qet tiştekî wisa nedîtiye. Dema ku min serdana wî kir, birayê min rave kir ku ew bi mehan e di hucreya yekkesî de ne û zext zêde bûne û bi detektoran li ser wan tê gerîn. Wî her wiha got ku ew bi mehan e nikarin werzîşê bikin û bi berdewamî bi ser hucreyên wan de tên degirtin, eşyayên wan tên desteserkirin, pirtûk û nîşeyên wan tên desteserkirin."   Semîran Çakir Erbagayê diyar kir ku girtî bi hefteyan e bi awayekî keyfî di hucreyên yekkesî de tên mehkûmkirin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in, û got: "Birayê min û hevalên wî bi hefteyan e di hucreyên yekkesî de tên girtin. Her cara ku nîşeyek tê dîtin, heman cezayê li wan tê birîn. Werzîş û mafên bingehîn nayên qebûlkirin. Dewlet bi zanebûn van tiştan dike. Bi hefteyan e pirtûkekê jî nadin wan. Divê her kes ji bo bidawîkirina vê rewşê tevbigere."    Semîran Çakir Erbagayê diyar kir ku divê dewlet li gorî ruhê pêvajoyê tevbigere û got ku divê demildest dest ji pêkanînên li girtîgehan bê bgerdan.    MA / Bîlal Babat