Li Êlihê dê mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê’ bê lidarxistin 2025-10-03 16:35:20 ÊLIH - Pltforma Saziyên Demokratîk dê li Êlihê mitînga “Civaka demokratîk û azadiyê” li dar bixe. Di daxuyaniya têkildarî mijarê de bal kişandin ser azadiya Abdullah Ocalan.    Platforma Saziyên Demokratîk, dê di 12’ê Cotmehê de li Êlihê mitînga “Civaka demokratîk û azadiyê” li dar bixe. Têkildarî mijarê daxuyanî hat dayin. Daxuyanî li avahiya rêxistina DBP’a Êlihê ht dayin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Semra Guneş axivî û got ku saziyên navneteweyî di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de berpirsyartiyên xwe yên li dijî tecrîdê pêk bînin. Semra Guneşê got: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane şert e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Bi vê berpirsyartiya dîrokî em hemû xelkê Êlihê vedixwînin mitînga ‘Civaka demokratîk û azadiyê” ya di 12’ê Cotmehê de.”    Semra Guneşê got ku rêbazên aştiyane û mifteya hêviyê di azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye û banga tevlibûna mitîngê li tevahiya xelkê Êlihê kir.