ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-18 09:00:11   * Li Hezexê, hevşaredar Turkan Kayir û endamê meclisê Ekrem Şîmşek ên ji DEM Partiyê hatin îxrackirin, di ser projeyên "rantê" de dest bi reşkirina endamên meclisê kirin. Rêveberiya DEM Partiyê jî, gotin ku armanca her du kesan ew e ku şaredariyê di bin deynan de bihêlin û rê li ber rantê vekirin.    * Mêşvan Mehmet Torun ê ku ji bo mêşvaniyê ji Ordûyê hatiye Gimgimê, diyar kir ku ji ber berhemdariya kêm a îsal qelîteya hingiv jî kêm bûye.   * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku xwest şaredariyên navçeyê yên DEM Partiyê 600 avahiyên bêruxset ên ku di dema qeyûmê berê de hatine çêkirin xera bikin, gef li rêvebiran xwar ku ger wan xera nekin dê karbidestiya wan ji wan bistîne.    * MÎT'ê, di hevdîtinên xwe yên bi şandeyên DYA û Fransî re, plana êrişê ya Tirkiyeyê ya bi Şam û hêzên eşîrên Ereb a li ser herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand.   * Nûnerên rêxistinên jinan, bal kişandin ser têkoşîna aştiyê ya hevpar û gotin: "Tenê pêvajoyeke çareseriyê ku jinan tê de bin, dikare aştiyê, wekheviyê û jiyana bi hev re ava bike."    * Hevserokê Şaxa SES a Semsûrê Îbrahîm Halîl Aydin, anî ziman ku ji ber xebatên înşaatê yên li Semsûrê û şert û mercên nebaş ên di konteynerên 21 metrekareyî de nexweşînên wekî yên singê, derûnî û nexweşînên jinan li nav mexdûrên erdhejê zêde bûne.    *Danişîna 7'emîn a doza 19 rojnamegerên bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" tên darizandin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)   * Danişîna 2'yemîn a doza "Lihevkirina Bajar" ku encamên Meclisa Şaredariya Stenbolê tên darizandin dê li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin.  (09.30)   * Civîna 11'an a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê were lidarxistin. Di civînê de dê li weqf û komeleyan were guhdarîkirin. (11.00)   *Di çarçoveya xebatên kampanyaya îmzeyan a "Em aştiyê dixwazin" ku DEM Partiyê daye destpêkirin de dê li bajarên Semsûr û Dîlokê stand bên danîn.  (17.00)