Prof. Kariane Westrheim: Divê konsey têkildarî 'mafê hêviyê' Tirkiyeyê têxe nava tevgerê 2025-09-17 09:31:30 NAVENDA NÛÇEYAN- Seroka EUYCC'yê Karaine Westrheimê diyar kir ku helwesta Konseya Ewropayê ya der barê "mafê hêviyê" de qels e û got ku divê komîte zimanekî xurt pêş bixe ku Tirkiye tevbigere.    Civîna ku ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ve di 15-17'ê Îlonê de hat lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de ye. Ji rojevên civînê yek jê "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Civan Boltan û Emîn Gurban ne. Di civînê de dê bê nirxand ku ka Tirkiye di vî warî gav avêtine yan na.    Komîsyona Sivîl a Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê (The EU Turkey Civic Commission-EUTCC) di 9'ê Îlonê de der barê biryara "mafê hêviyê" de nameyek ji nûnerên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE), nûnerên Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê (CPT) re şand.    Nameya ku ji hêla Seroka Komîsyona Sivîl a Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) Prof. Kariane Westrheim ve hat îmzekirin, balê dikişîne ser plana çalakiyê ya herî dawî ya Tirkiyeyê ku pêşkêşî Komîteyê hatiye kirin û helwesta wê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ji "mafê hêviyê" bêpar in. Kariane Westrheimê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo bicihanîna biryarê gavan biavêje.   Kariane Westrheim der barê civîna Komîteyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir.   Kariane Westrheimê diyar kir ku eger Tirkiye biryara Komîteyê bicîh neyne dê hin mueyîde bên pêkanîn û Komîte dikare biryarê vegerîne dadgehê û prosedureke binpêkirinê bide destpêkirin. Kariane Westrheimê got: "Prosedûra binpêkirinê pêvajoyek e ku tê de Komîsyona ewropî pêşî nameyek agahdarkirinê ya fermî dişîne da ku piştrast bike ku dewletên endam qanûna YE (Yekîtiya Ewropayê) bi rêkûpêk bicîh tînin. Prosedûra binpêkirinê pêvajoyek e ku tê de Komîsyon pêşî nameyeke agahdarkirinê ya fermî dişîne da ku piştrast bike ku dewletên endam qanûna YE'yê bi rêkûpêk bicîh tînin û dûv re heke binpêkirin berdewam bike, nêrîneke maqûl pêşkêş dike. Ger dewletek endam, wekî Tirkiye, hîn jî bi vê biryarê re tevnegere, Komîsyon dikare dozê bişîne dadgehê; mînak, Dîwana Edaletê ya YE'yê ku dikare cezayên darayî pêk bîne."   'ÇALAKIYÊN KOMÎTEYÊ PIR KÊM IN'   Kariane Westrheimê destnîşan kir ku ji bo Komîteyê girîng e ku demên dawîn ên zelal ji bo Tirkiyeyê destnîşan bike da ku vê carê gavên taybetî biavêje, wekî sererastkirina qanûnên li ser cezayê muebeda girankirî ku berdana "bişert" tê de hene yan jî guherîna qanûna darazê yan jî vekolîna wê dihewîne. Kariane Westrheimê got: "Lêbelê, heta niha, me ji Komîteyê pir kêm çalakî û zimaneki pir qels dîtiye. Divê Komîteya Wezîran amade be ku hêzê bide pişt daxwazên xwe û hêza xwe ya siyasî nîşan bide. Zimanekî dîplomatîk ê xurttir dikare bê bikaranîn û ji Tirkiyeyê bê xwestin ku gav biavêje."   ‘DIBE KU PÊVAJOYA ENDAMTIYÊ BI TEMAMÎ BÊ SEKINANDIN'   Kariane Westrheimê li ser encamên dûr û dirêj ên nepejirandina pêşniyazên Komîteyê ji aliyê Tirkiyeyê ve sekinî û got: "Ji bo nimûne, dibe ku encamên siyasî hebin, wekî mînak Tirkiye mafê dengdanê winda bike yan jî hîn girîngtir, endametiya xwe di Konseya Ewropayê de. Em dikarin bibêjin ku nepejirandina biryara dadgehê ya 2014'an ji aliyê Tirkiyeyê ve nîşan dide ku Tirkiye ne dewletek e ku bi serweriya hiqûqê tê birêvebirin. Tirkiye dikare di têkiliyên xwe yên bi YE'yê re, hem ji hêla aborî ve û hem jî ji hêla danûstandinên siyasî û dîplomatîk ve, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû bimîne. Pêvajoya tevlêbûna YE'yê ya Tirkiyeyê jî dikare bi tevahî raweste."   ‘BANGAWAZÎ TÊR NAKE'   Kariane Westrheimê diyar kir ku helwesta Komîteya Wezîran di vê qonaxê de qels e û got: "Heke ew ne bihêz bin, çima em hewceyê Komîteya Wezîran in? Tenê bangkirina li Tirkiyeyê ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê an pêşniyaza ku Komîteya Wezîran salek berê daye bicîh bîne têrê nake. Vê carê, Komîte divê ji bo pêkanîna tevdîrên gengaz zextê bike. Di plana çalakiyê de ku di 27'ê Hezîranê de pêşkêşî Komîteyê hatiye kirin, Tirkiyeyê ji Komîteyê re bi bîr xist ku girtiyên ku cezayê muebeda girankirî li wan hatiye birîn nikarin ji 'mafê hêviyê' sûd wergirin. Îhtîmalek heye ku biryara demkî ya Komîteyê careke din neyê bicîhanîn. Her çend Tirkiye soz bide ku qanûnê biguherîne jî, em dizanin ku bicîhanîn dê dem bigire, hem bi rêya dadgehan, rêveberiya girtîgehan, mekanîzmayên nirxandinê û gelek saziyên din ên ku di pêvajoyên wiha de beşdar in. Wekî din, dê dijwarîyên qanûnî û berxwedana siyasî hebin. Dibe ku gelek kes li dijî vê yekê derkevin û hewl bidin ku pêvajoyê bi rengekî rawestînin."   ‘ROLA OCALAN'   Kariane Westrheimê bilêv kir ku mueyîdeyên komîteyê sînordar in û got: "Di vê pêvajoyê de, em hewceyê çalakiyek bilez in. Ji ber ku PKK û gerîla her tişta ku ji destê wan hat kirine. Kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî pêvajoyê pir qels in. Bi bangên birêz Ocalan, bangên wî yên curbicur ji bo hilweşandin û bêçekkirina PKK'ê û hesasiyeta hem PKK'ê û hem jî hêzên parastinê li ser vê mijarê, rola birêz Ocalan di vê pêvajoyê de bivênevê ye. Bangên birêz Ocalan bersivek bûn ji bo hewldana yekem a rayedaran a ji bo diyalogê. Ji ber vê yekê, ji bo ku pêvajoyeke pêşerojê bibe rastî, divê şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan hebin. Di vî warî de, pêkanîna mafê wî yê hêviyê dibe cihê girîngiyeke mezin."    Kariane Westrheimê destnîşan kir ku Tirkiye gelek caran behsa diyalog û biratiyê dike lê niha bêdeng dimîne û bi awayekî ku li dijî daxuyaniyên xwe tevdigere û got: "Niha komîsyonek ji bo danîna rêgezên ji bo pêşerojê dixebite. Em ê bibînin ka ji pêşniyazên wan çi derdikeve holê. Kurd çareseriyeke aştiyane dixwazin. Lêbelê, heke di nêzîkatiya siyaseta Erdogan û AKP-MHP'ê de guhertinên radîkal çêbibin û heke mafê hêviyê bênaskirin, birêz Erdogan dikare beşdarî vê yekê bibe."   ‘DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN'   Kariane Westrheimê anî ziman ku ji ber ku ew ne di civîna Komîteyê de ne ew nizanin kîjan endam li pişta biryara demkî ne yan jî li dijî wê ne û got: "Li çaraliyê cîhanê gelek hewldan hene. Hûn hewldanên 88 xwediyên Xelata Nobelê dibînin; ew bang li Yekîtiya Ewropayê, Komîteya Wezîran, Konseya Ewropayê û Erdogan dikin. Lê heta niha, ji dewleta Tirkiyeyê tu bersivek nehatiye. Ez difikirim ku em tenê dikarin bêyî dev jê berdin têkoşînê bidomînin. Kî dizane, dibe ku di demeke nêzîk de yan jî di pêşerojeke dûr de tiştek bibe. Û ez hêvî dikim ku ew ê di berjewendiya gelê Kurd de be."   MA / Hîvda Çelebî