Kampanyaya ‘Em ji bo bijîn û bidin jiyandin bêrêxistin dibin’ hat destpêkirin 2025-09-15 19:54:31   WAN - Rêxistinên Saziyên Civakî (STK) yên Wanê, li dijî zêdebûna kuştina biguman a jinan û parastina mafên jinan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin û dan zanîn ku ew ê ji bo ronîkirina mirinên biguman têbikoşin.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mafên Mirovan a Medyayê (ÎHAMED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmkî ya Wanê, Kooperatîfa Jinan a Evîn, Komîsyona Jinan a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB a Şaxa Wanê û Meclîsa Jinan a KESKê ya Şaxa Wanê li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dijî zêdebûna kuştina jinan û parastina mafên wan kampanyaya “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” dan destpêkirin.   POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET   Rêvebera Komeleya Jinan a Star Meryema Aslan metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku hejmara zêde ya kuştinên jinan ên gumanbar li herêma Kurdistanê bi taybetî li Wanê diyar e. Meryema Aslan diyar kir ku ev zêdebûn beşek polîtîkayên şerê taybet e û got: “Di demên dawî de, bandora çeteyên tiryak û fihûşê li herêmê zêde bûye û ev rêxistin bûne gefek rasterast li ser mafê jiyanê yê jinan. Wekî stratejiyek sîstematîk ku tevna civakî hedef digire, polîtîkayên şerê taybet bûne amûrek ku tundûtûjiya li dijî jinan û mirinên gumanbar ên jinan gur dike. Li hember vê rewşa dijwar, me wekî rêxistinên sivîl ên li Wanê, çalakî pêk anîn. Em weke Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a STAR, Komeleya Mafên Mirovan a Medyayê (ÎHAMED), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmkî ya Wanê, Kooperatîfa Jinan a Evîn, Komîsyona Jinan a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya TMMOB a Şaxa Wanê û Meclîsa Jinan a KESKê ya Şaxa Wanê hatine cem hev. Em ji raya giştî re radigihînin ku me komîteya kampanyayê bi “Em ji bo bijîn û bidin jiyandin birêxistin dibin” ava kiriye da ku mafê jiyanê yê jinan biparêzin û têkoşîna rêxistinkirî li dijî mirinên gumanbar ên jinan berfireh bikin.”   TÊKOŞÎNEKE DOMDAR   Meryema Aslan, anî ziman ku ev kampanyaya ku ew îro radigihînin ne tenê bersivek e ji bo zêdebûna hejmara mirinên gumanbar ên jinan, ew di heman demê de têkoşînek domdar û sîstematîk e. Meryema Aslan, bal kişand ser armanca kampanyayê û wiha berdewam kir: “Armanca me parastina mafê jiyanê yê jinan, li dijî polîtîkayên ku sûcdaran diparêzin, pêşxistina hevgirtinê, bidawîanîna bêcezatiyê û misogerkirina ku her doz bi bandor û zelal were lêkolîn kirin e. Kampanyaya me armanc dike ku xeteke têkoşînê ya daîmî ava bike, ne bertek nîşan bide. Îro li vir, em bi fermî kampanyaya xwe dest pê dikin. Bi vê kampanyayê re, Qanûna Hejmar 6284, pênaseyên tundûtûjiyê û mekanîzmayên çaresê dê li parêzgeh, navçe û taxan werin ragihandin û gihîştina jinan ji bo agahdariya mafan dê were xurt kirin. Hişyariya raya giştî dê bi rêya civînên taxan, civînên rûbirû û xebata meydanî were bilind kirin. Torên hevkariyê dê bi rêveberiyên herêmî, saziyên hiqûqî, rêxistinên tenduristiyê û medyayê re werin damezrandin. Xeta têkoşînê dê li dijî polîtîkayên ku sûcdaran vedişêrin, tundûtûjiyê normalîze dikin û bêcezatiyê çêdikin, were saz kirin. Kampanya dê bi rêya medyaya civakî, poster, vîdyoyan, çalakiyên kolanan, belavok û panoyên reklamê were xuyakirin. Mekanîzmayên pêşîlêgirtinê dê werin xurt kirin û lêgerîna jinan a edaletê dê were piştgirîkirin.”   Meryema Aslan, bal kişand ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her gaveke ku em di vê kampanyayê de bavêjin dê dengê Rojîn Kabaiş be. Ew ê bîranîna wê zindî bihêle. Em ê li her kolan û rêyê navê Rojîn biqîrin, ji bo ronîkirina dozê têbikoşin. Em xwe rêxistin dikin da ku dawî li etîketkirina mirina jinan wekî “gumanbar” bînin da ku piştrast bikin ku her doz bi bandor û zelal tê lêkolîn kirin û mafê jiyanê yê jinan garantî bikin. Mirina jinan ne çarenûs e, ew encama pergala serdest a mêran e. Ji bo guhertina vê encamê, em ê êdî bi awayekî ferdî, lê bi awayekî rêxistinkirî û bi hevgirtina civakî têbikoşin.”