Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin 2025-09-12 10:58:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Devlet Bahçelî, got: “Aştî, çûkeke xwedî yek baskekî nîne. Ji bo aştî bikare bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe. Baskê ewil ê aştiyê ji hêla Ocalan ve hate çêkirin. Niha jî em hatin wê qonaxê ku şertên pêkvejiyanekê ava bikin.”    Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, têkildarî geşedanên di rojevê de pirsên rojnameya Sabahê bersivand. Bahçelî, têkildarî komîsyona di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin axivî û got: “Tevlibûna saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî pir girîng e. Ji bo ev mijar bibiryar û hevgirtî bê biencamkirin, ev gavên bitendurist in. Heke xisûsên di komîsyonê de li ser mitabeqat hatiye kirin bên Meclisê û bi arastekirina Serokê Meclisê bînin Meclisê, ev mijar dikarin bên nîqaşkirin. Mijarên divê bibin yasa dê bibin yasa û yên din jî dikarin li ser were axaftin. Wê demê jî dê pêvajoya Tirkiyeya bêteror bi serkeftî biencam bibe.”    'PARTÎ JÎ DIVÊ BI QASÎ PKK’Ê BERPIRSYRTIYÊ LI XWE BIGIRIN’    Bahçelî, têkildarî helwesta Partiya Îyiyê ya li dijî pêvajoyê jî wiha got: “Ji bo me tu wateya van gotinan nîne. Em guh jî nadinê. Şensekî ku em dîsa bên cem hev û avakirina tifaqeke nû jî nîne. Dê Tifaqa Cumhur bidome. Kesên ji me veqetiyayîn û partî avakirin heqaret û bêrêziyeke mezin li MHP’ê dikin. Meseleya Tirkiyeyê hizûr e, aştî ye. Berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. PKK’ê ev berpirsyartî li xwe girt, partiyên li Tirkiyeyê jî mecbûr in herî kêm biqasî PKK’ê berpirsyartiyê li xwe bigirin.”    'DIVÊ TURK Û OZER DÎSA LI PEYWIRA XWE VEGERIN’   Sererastkirinên qanûnî yen di çarçoveya pêvajoyê de jî ji Bahçelî hatin pirsîn û ev pirs wiha bersivand: “Di komîsyona li Meclisê de her tiştek tê nirxandin. Aştî, çûkeke xwedî yek baskekî nîne. Ji bo aştî bikare bifire divê baskê wê yê duyemîn jî hebe. Baskê ewil ê aştiyê ji hêla Ocalan ve hate çêkirin, PKK’ê xwe fesix kir û çek danî. Niha jî em hatin wê qonaxê ku şertên pêkvejiyanekê ava bikin.”    Bahçelî, bal kişand ser komîsyona li Meclisê û got: “Komîsyona li Meclisê xebata xwe ya berhemdar didomîne. Ahmet Turk, Şaredarê Mêrdînê bû lê ji peywirê girtin. Ji bo li Tirkiyeyê aştî û hizûr çêbibe, di mijara diyaloga bi PKK’ê re de kesekî sûdewer bû. Di rewşekî wiha de divê Ahmet Turk dîsa li peywira xwe were vegerandin. Divê Ahmet Ozer jî vegere ser karê xwe. Parvekirina fikrên xwe yên têkildarî PKK’ê mijareke cuda ye. Heke li şaredariyê nelirêtî û kiriyarên derqanûnî hebin, ev mijareke cuda ye. Heke Tirkiyeyê dest bi pêvajoya aştiyê kiribe, divê Ahmet Ozer were berdan. Heke nelirêtî kiribe divê ceza lê were birîn. Ev her du mijar ji hev cuda ne.”