Danişîna doza rojnameger Gok hat lidarxistin 2025-09-11 10:17:30   AMED - Danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik tê darizandin, hat lidarxistin. Biryara qedexeya derketina derveyî welat a Gok nehate betalkirin.    Danişîna 8’emîn a doza rojnameger Abdurrahman Gok ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî û îdiayên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerên wî Resûl Tamur û Mehmet Emîn Aktar di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Medya û Xebatên Hiqûqê (MLSA) û hinek rojnamegeran jî danişîn şopandin.    Gok, diyar kir ku ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat di cîbicîkirina pîşeya xwe de zehmetiyan dikişîne û got: “Carnan difikirim û dibêjim heke di girtîgehê de bûma dê baştir bûya. Qet nebûya dê min bigota ez di nava çar dîwaran de me. Hem li derve me û hem jî nikarim karê xwe bikim. Ev rewş rewşekî zehmet e.” Gok, xwest biryara qedexeyê were betalkirin.    Parêzer Tamur û Aktar jî daxwazên bi heman rengî kirin. Dozger jî mutalaaya xwe da û xwest heman tevdîra kontrola edlî bidome.    Gok, got: “Beriya niha heta danişîna biryarê tev li danişînan bûm. Piştre doz hate vekirin û tev li hemû danişînên wê jî bûm. Ez li vir ji dayik bûm, li vir mezin bûm û karê xwe li vir dikim. Dixwazim biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin.”    TALOQÎ 25’Ê MIJDARÊ HATE KIRIN   Dadgehê, biryar da ku aqûbeta lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye vekirin were pirsîn. Daxwaza rakirina biryara qedexeya derketina derveyî welat hate redkirin û dadgehê danişîn taloqî 25’ê Mijdarê kir.    Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû piştî danişînê axivî û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku êdî zext li rojnamegerê hem li welat hem jî ji derveyî welat di şertên zehmet de agahî bi raya giştî re parve kirî û piştî kişandina dîmenên Kemal Kurt bi taybet hedef hatiye girtin, neyên kirin.”