Di doza qetilkirina Cîhan Can de biryara mutalaayê hat dayin 2025-09-10 13:09:18 AMED - Di danişîna doza Cîhan Can ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin de ji dozger hat xwestin ku mutalaayê amade bike.    Endezyarê înşaetê Cîhan Can, di 28’ê Kanûna 2019’an de li Amedê bi wesayîta zirxî hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Can, der heqê polîsê berê Hakan Avci de bi sedema “Bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 4’emîn a dozê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Birayê Cîhan Can, Neytullah Can û parêzerê malbatê Fûat Coşacak tev li danişînê bûn. Bersûc Avci tev li danişînê nebû û parêzerê wî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.    Neytullah Can, got ku ew gilîdar in û got: “Di rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) de jî aşkera bû ku bersûc ji sedî sed sûcdar e. Bersûcî, bi zanebûn bi wesayîtê da ser birayê min û bû sedema mirina wî. Dixwazim cezayê herî giran lê were birîn.”    Parêzer Coşacak jî xwest ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozger re were şandin. Dozger jî ji bo amadekirina mutalaayê dem xwest. Dadgeh, daxwaz qebûl kir û danişîna dozê taloqî 22’yê Kanûnê kir.