Polîsan êrişî CHP’iyan kirin: Herî kêm 10 kes hatin binçavkirin 2025-09-08 12:42:47   STENBOL - Polîsan êrişî CHP’iyên hatin pêşiya avahiya rêxistina Stenbolê. Di êrişê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.    Gursel Tekîn weke qeyûm li Serokatiya CHP’a Stenbolê hatibû tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm berdewam in. Dorpêça polîsan a li avahiya CHP’a Stenbolê didome û partiyî jî li wir in. Polîsan, hemû rêyên diçin avahiya partiyê girtine. Dema polîsan berîqet bi cih dikirin, di navbera polîsan û girseyê de rageşî derket.    Polîsan, bi gaza îsotê êrişî girseyê kir. Di êrişê de welatiyek 54 salî bandor bû. Di dema mudaxileyê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin. Tevî astengkirinan jî girse her ku diçe zêde dibe.    Nûnerên gelek partiyên siyasî jî hatin pêşiya avahiya partiyê û piştgirî dan.