Xwebûn bi manşeta ‘Parastina jiyanê’ derket 2025-09-08 11:36:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî rant û qirkirinê parastina jiyanê” gihîşt ber destê xwînerên xwe.    Hejmara 299’an a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Li dijî rant û qirkirinê parastina jiyanê” gihîşt ber destê xwînerên xwe. Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya vê hefteyê de nûçeya bi aktivîsta TJAyê Çîmen Fîndan a der barê meşa 9-10ê mehê ya li herêma Bestayê pêk bê derxist manşete. Rojnameyê nivîsa Zinar Ronî ya li ser Rojava jî derxist surmanşetê.   Rojname, vê hefteyê cih da nivîsên têkildarî qirkirin û mirinên biguman ên jinan, Derbeya 12’ê Îlonê, mafê tedawiyê yê bi zimanê dayikê, polîtîkayên qeyûman ên li ser xwezayê û birîna daran.    Nivîskar Sorgul Şêxo, Adar Jiyan, Felemez Ûlûg, Hesen Huseyîn Denîz, Hisên Çatikkaş, Zinar Ronî, Ramazan Olçen, Hogir Berbir, Daxistan Payçû, Aramê Elegezê, Mamoste Silêman, Mehmet Akdogan û Rohat Bulut jî bi nivîsên xwe di  bi nivîsên xwe di vê hejmarê de cih digirin. Nivîskaran, di nivîsên xwe de mijar û rojevên cur bi cur bi berfirehî nirxandine.