ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-09-06 09:00:15   * Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê ji bo meş û çalakiya nobedê ya li dijî talankirina ekolojiyê ya li Bestayê ku zêdetirî 5 sal in didome, banga beşdarbûnê kirin û gotin: "Parastina xwezayê parastina hebûna me ye. Werin em bi hev re vê qirkirinê rawestînin."   * Malbat û xwendekarên ku ji bo dibistanê amadekariyê dikin, ji ber fiyetên biha, berên kirtasiyeyê yên bêqalîte tercîh dikin.   * Gelek kesên ji ber sedemên cuda ji Wanê berê xwe dane bajarên rojavayê Tirkiyeyê, di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest didin. Karkeran destnîşan kir ku nebûna perwerdehiya ewlehiyê hejmara mirinan zêde dike.   * Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di navbera 15-17'ê Îlonê de dosyeya koma Gurban ku "Mafê Hêviyê" ya Abdullah Ocalan jî di nav de ye, daxilî rojeva xwe bike." Her çend Tirkiyeyê hîn di vê mijarê de tu gav neavêtibe jî, tê payîn ku komîte biryareke demkî bide.   * Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)   * ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)   * Dê li Enqere û Stenbolê têkildarî girtiyên nexweş de çalakî bên lidarxistin. (13.30)