DFG: Zext didomin, 33 rojnameger girtî ne 2025-09-01 12:36:06 AMED - DFG’ê da zanîn ku di meha Tebaxê de der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, gef li 2 rojnamegeran hatiye xwarin û di meha Tebaxê de 33 rojnameger girtî ne.    Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Rapora Binpêkirina Mafan a Meha Tebaxê aşkera kir. Di raporê de hate gotin ku meha Tebaxê jî bi lêpirsînên der heqê rojnamegeran de, bi astengkirina şopandina nûçeyan û bi astengkirina malperan derbas bûye.    Di raporê de hate gotin ku meha Tebaxê tevî ku meha betlaneya edlî bû jî derheqê rojnamegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin û derheqê gelek nûçeyan de biryara astengkirina xwegihandina gelek weşanan hate dayîn. Bi domdarî DFG’ê got: “Di meha Tebaxê de 2 rojnameger bi êrişan re rû bi rû man, kesekî li dijî Ofîsa Rojnameya Evrenselê ya Îzmîrê êrişa çekdarî pêk anî. Em vê êrişê wek bûyerek bi tena serê xwe (munferît) nabînin. Divê piştperdeya êrişê were ronîkirin. Di meha Tebaxê de şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hate astengkirin û gef li 2 rojnamegeran hate xwarin. Di meha Tebaxê de derheqê 4 rojnamegerên ku balê kişandin ser talana ekolojiyê û bûyerên tacîzê kirin nûçe lêpirsîn hate destpêkirin. Di vê mehê de danişîna doza 7 rojnamegeran hate lidarxistin.”   ASTENGKIRINA MALPERAN   Di berdewamê de DFG’ê destnîşan kir ku yek ji mijara derketî pêş jî astengkirinên xwegihandina nûçeyan bû û wiha domand: “Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) di meha Tebaxê de hesabên Instagramê ya Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê ku xwerû bi Kurdî weşanê dikin, hesabê Instagramê yê rojnameya Yenî Yaşamê û KAOS GL’ê asteng kir. Her wiha saziya navborî hesabên X’ê yê Ajansa Nûçeyan a Firatê û Ajansa Nûçeyan a Etkînê jî jixwegihandinê re asteng kir. Di vê meha bihûrî de xwegihandina malpera Rojnameya Yenî Demokrasiyê jî hate astengkirin. Di meha Tebaxê de 32 malperên înternetê, URL’ên 7 nûçeyan û 43 heabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. RTUKê cezayê reşkirina ekranê ya 5 rojan li televîzyona TELE1’ê birî û 5 caran jî cezayê sekinandina bernameyê birî.    Di van rojên ku em Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin de bênavber û bêserûber êrişên li dijî rojnamegeran û binpêkirinên li dijî rojnamegeriyê didomin. Em bi vê wesîleyê carek din Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz dikin û em daxwaz dikin ku roja aştiyê li hemû cîhanê bibe wesîleya wekheviya gelan ku bi hev re bijîn. Di vê çarçoveyê de em rojnameger meşa aştî û azadiyê wek peywîrekê dibînin û em banga mezinkirina vê meşê dikin.”   BINPÊKIRIN   Di raporê de zext û binpêkirinên li dijî rojnamegeran wiha hatin rêzkirin: “2 rojnameger û avahiyeke rojnameyê rastî êrişê hatin. Gef li 2 rojnamegeran hate xwarin û 2 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. Der heqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin. Darizandina 7 rojnamegeran a ji 5 ddosyayan domiya. Li girtîgehan niha 33 rojnameger hene û karê 13 rojnamegeran hate bidawîkirin. Îlana 8 weşanan hate birîn. Ji bo TELE1’ê 5 caran cezayê sekinandina bernameyê û 5 rojan jî reşkirina ekranê hate birîn. 32 malperên înternetê hatin girtin û xwegihandina 7 nûçeyan hate astengkirin. 43 hesabên medyaya dijîtal û parvekirin hatin astengkirin.”