Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd: Cezayên darvekirinê betal bikin 2025-08-27 13:31:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Înîsiyatîfa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê bang li rejîma Îranê kir ku cezayên darvekirinê yên li aktîvîstên jin hatine birîn tavilê betal bike.    Înîsiyatîfa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê têkildarî sepanên rejîma Îranê yên li dijî jinan û biryarên darvekirinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku 39’emîn Daîreya Dadgeha Bilind a Îranê di 16’ê Tebaxê de cezayê darvekirinê yê aktîvîsta Kurd Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê ya li Reştê tê ragirtin erê kiriye. Înîsiyatîfê bertek nîşanî biryarê da.    Înîsiyatîfê, destnîşan kir ku Şerîfe Mihemedî li hemberî dijminê jinan û hêzên faşîst sembola têkoşîn û azadiyê ye. Înîsiyatîfê, cezayê darvekirinê şermezar kir û got dê van kiryaran tu carî qebûl nekin. Înîsiyatîfê, her wiha li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî jî derket û bang li rejîma Îranê kir ku van biryaran tavilê betal bike.    Înîsiyatîfa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê, bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên faşîst ên li dijî mafên jinan bêdeng nemînin.