Li Girtîgeha Sîncanê îdiaya îşkenceyê 2025-08-26 21:59:54   MÊRSÎN - Mehmet Dayangaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê rastî êrîşa 20 gardiyanan hatiye û banga lêkolînê li rayedaran kir.   Mehmet Dayangaç ê 25 salî, di sala 2021'ê de li Mêrsînê hate binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dayangaç, niha li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa L a Sîncanê ya Enqereyê tê ragirtin. Mehmet Dayangaç bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot.   Dayangaç diyar kir ku rastî êrîşa 20 gardiyanan hatiye û got: “Dema ez ji qawişê hatim derxistin, 20 gardiyanan êrîşî min kir.” Dayangaç anî ziman ku destûr nayê dayîn ku lênêrîna xwe ya kesane bikin, daxwazname û nameyên wî tên astengkirin.   Dayangaç diyar kir ku ceza hucreyê li wî hatiye birîn, timî rastî lêdanê tê û daxwaznameyên wî nayên şandin. Dayangaç anî ziman ku nameyên wî yên ji malbatê re nivîsîne hatine desteserkirin û got: “Li girtîgehê ewlehiya canê min nîne”   Dayangaç bang li rayedaran kir ku lêkolînê bikin û ji rêxistinên mafên mirovan jî daxwaza piştgiriyê kir.