Kesê 'îstîsmara zayendî' li zaroka 4 salî kirî hate girtin 2025-08-21 15:31:48   KONYA - Kesê bi navê Ahmet Ozçelîk ku 11 qeydên wî yên sûc hene û "îstîsmara zayendî" li zaroka 4 salî kir, hate girtin.    Li navçeya Karatay a Konyayê zarokek a 4 salî rastî îstîsmara zayendî ya Ahmet Ozçelîk (24) ku qeyda 11 sûcên wî hene, hat. Malbata zarokê ji tenduristiya zarok bi guman bû û zaroka xwe bir nexweşxaneyê. Piştî kontrolê hate tespîtkirin ku zarok rastî îstîsmara zayendî hatiye. Piştî serlêdana sûc a malbatê, kiryar Ozçelîk hate binçavkriin. Ozçelîk ê ku sewqî dadgehê hate kirin ji ber sûcê “îstîsmara zayendî ya zarok” hate girtin.