Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin 2025-08-18 16:20:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji şandeya Hamasê ya li Qahîreyê re ji bo agirbesta li Xezeyê ya bi navbeynkariya Misir û Qeterê, teklîfeke nû hate kirin.   Êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dikin. Rayedarekî Filistînî ji AFP’ê re diyar kir ku ji şandeya Hamasê ya li Qahîreyê re ji bo agirbesta li Xezeyê ya bi navbeynkariya Misir û Qeterê teklîfeke nû hate kirin. Rayedarî, diyar kir ku teklîfa agirbestê girêdayî plana DYA’yê ya beriya niha hatiye amadekirin û li gel agirbesta 60 rojî, pêşniyar dike ku dîlgirtiyên Îsraîlî di du merheleyan de serbest werin berdan.   Rêveberê Hamasê Halîl el-Hayya ku serokatiya şandeya behsa xeberê dike, ragihand ku beriya ew teklîfê qebûl bikin, wê bi rêxistinê re bişêwire û bi komên hevalbend re hevdîtinan pêk bîne. Hate gotin ku teklîf di çarçoveya peymaneke wisa de ye ku hevdîtinên têkildarî agirbesta mayînde bide destpêkirin.   Rayedarên Misirê û Qeterê diyar kirin ku ew ji bo bidawîbûna krîza li qada şer zextên xwe yên li ser her du aliyan zêde dikin.   MISIR, QETER Û DYA LI SER AGIRBESTÊ DIXEBITIN    Her wiha hefteya borî jî hatibû ragihandin ku Misir, Qeter û DYA li ser planeke têkildarî agirbesta 60 rojî, pevguhertina dîlgirtiyan û belavkirina alikariyên mirovî dixebitin. Lê belê ji bilî agirbesta demkurt encamek jê derneketibû.   ZEXT LI HAMASÊ TÊN KIRIN    Li gorî nûçeya i24NEWS’ê ku xwe dispêre çavkaniyên li herêmê yên dîplomatîk, li gel Qahîre û Dohayê komên din ên Filistînî jî zextê li Hamasê dikin ku teklîfê qebûl bike. Çavkaniyan Ereban dan zanîn ku îxtîmal heye ku Hamas bi awayekî erênî li nêzî vê lihevkirina demkî ya xwe dispêre “plana Witkoff a dawîn” bibe.