Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin 2025-08-14 14:15:18   ENQERE - Hat zanîn ku di navbera mehên Nîsan û Tebaxê de li Girtîgeha tîpa T a Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hatiye taloqkirin.      Binpêkirinên li girtîgehan berdewam in. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Alîşah Şahîn, di 13’ê Tebaxê de bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin re hevdîtin kir.    Şahîn, da zanîn ku di navbera mehên Nîsan û Tebaxê de tehliyeyên 14 girtiyan bi hincetên cuda hatine taloqkirin û ev biryar derhiqûqî ne. Şahîn, destnîşan kir ku biryara taloqkirinê bêyî nirxandina 6 mehan hatiye dayin û bi vê yekê re qanûn hatine binpêkirin.    Li gorî agahiyên Şahîn da, girtiyên tehliyeya wan hatiye taloqkirin ev in:    “*Hasan Ogut: 10 meh û 4 roj   *Alî Koç: 2 sal   *Mehmet Sarialtun: 8 meh   *Aydin Kudat: 7 meh   *Abdurrahman Guner:  8 meh   *Ejder Dogan: 7 meh   *Halîl Temel:  8 meh   *Haydar Alkoç: Salek   *Haci Aslan: 6 meh    *Alî Haydar Elyakut: 6 meh   *Muhîttîn Pîrînçîoglû: 6 meh   *Mehmet Şîrîn Taşdemîr: 6 meh   *Adem Oktay: 6 meh   *Hakki Aygun: 6 meh.”   MA / Zeynep Topdemîr