Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin 2025-08-14 14:05:16 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê têkildarî giliyê Mûrat Kapkî ê der heqê parêzerê AKP’î Mucahît Bîrîncî de lêpirsîn da destpêkirin.    Mûrat Kapkî ku di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) de hatiye girtin, ji ber hevdîtineke li girtîgehê bi parêzerê AKP’î Mucahît Bîrîncî re kiribû, der heqê Bîrîncî de gilî kir. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî li ser giliyê Kapkî, lêpirsîn da destpêkirin.