Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir 2025-08-13 14:23:59 ŞIRNEX - Welatiyên Qilebanê li dijî xebatên lêgerînê yên madenê dest bi nobetê kirin.  Şîrketeke taybet xwest li Zozana Sketê ya navçeya Qilebanê ya Şirnexê dest bi xebatên madenê bike. Gundiyên herêmê jî li dijî vê hewldanê dest bi çalakiya nobetê kir. Hat zanîn ku xebatên madenê, ji hêla şîrketa girêdayî Şaredarê AKP’ê yê berê Sabrî Babat ve hatiye destpêkirin.    ‘EM Ê XWEZAYA XWE BIPARÊZIN’      Şîrketa ku di demên berê de jî li heman herêmê ji bo xebatên madenê kemçe anîbû, piştî berteka gundiyan pavşe kişandibû. Lêbelê piştî şîrket dîsa hatî zozanê, gundiyan gotin ku dê destûrê nedin vekirina kana madenê û dest bi nobetê kirin.    Gundiyan, destnîşan kirin ku ew ê zozan û xwezaya xwe biparêzin û heta şîrket xwe ji herêmê vedikişîne jî dê nobeta xwe bidomînin.