Zaroka ber Çemê Arasê ketî jiyana xwe ji dest da 2025-08-11 16:28:59   ERZIROM - Zaroka bi navê Aylîn Sarikan a 13 salî ku li Tatosê ber Çemê Arasê ket, jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Tatosê ya Erziromê 3 zarok ber Çemê Arasê ketin. Ji zarokan 2 jê bi alîkariya xelkê li derdorê ve hatin xelaskirin. Ji zarokan Aylîn Sarikan a 13 salî demek piştre li rex avê hate dîtin û ser hişê xwe çûbû.    Aylîn Sarikan ku rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.