Li Anamurê agir bi daristanê ket 2025-08-10 13:33:10   MÊRSÎN - Li navçeya Anamurê agir bi qada daristanê ket û hewldanên ji bo vemirandina şewatê didomin.    Li Taxa Aşagi Kukur a navçeya Anamur a Mêrsînê, ji ber sedemekî nediyar agir bi daristanê ket. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên agirkujiyê, helîkopter û arazoz sewqî herêmê hatin kirin.    Mudaxileya koman a ji hewayî û bejahî ve berdewam e.