Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne 2025-08-06 12:28:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Tammy Bruce diyar kir ku ew li Sûriyeyê piştgiriyê didin çareseriyên bi rêya diyalogê.    Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Tammy Bruce di brîfînga çapemeniyê ya rojane de li Washingtonê geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand. Di brîfîngê de rojnamegerekî daxuyaniya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî bi bîr xist ku digot “Em li Sûriyeyê rêveberiyeke nenavendî diparêzin.” Li ser vê yekê Tammy Bruce pevçûnên li Siwêdayê bi bîr xist û got: “Dîplomasî, rêya herî baş a sekinandina tundiyê û avakirina çareseriyeke aştiyane û mayinde ye. DYA serfiraz e ku li Siwêdayê navbeynkariya çareseriyê dike û tevî Fransayê li bakurrojhilat ji bo Sûriyeyek yekparçe navbeynkariya entegrasyonê dike. Rêya li pêşiya me aydê Sûriyeyiyan e. Em bang li hemû aliyan dikin ku aramiyê biparêzin û cudahiyan ne bi rijandina xwînê lê bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin. Sûriye îstîqrarê û Sûriyeyî aştiyê heq dikin.”    'EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZA HSD’Ê YA JI BO AŞTIYEKE BERFIREH Û MAYINDE’      Tammy Bruce, got ku Sefîrê DYA’yê yê Tirkiyeyê Tom Barrack ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê bi hemû aliyan re di nava têkiliyan de ye û di mijara entegrasyona HSD’ê de jî piştgiriyê didin diyalogê. Tammy Bruce, got: “Helbet em hemû civînên berhemdar ên di navbera HSD û Serokkomar El-Şara de bi keyfxweşî pêşwazî dikin. HSD dixwaze agirbesta li bakurrojhilat berfirehtir û mayinde bibe û ev agirbest veguhera aştiyê. Em piştgiriyê didin vê daxwazê. Bêguman aştî û refaha Sûriyeyê girêdayî hikûmeta nû ye.”    Tammy Bruce, got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ew piştgiriyê didin rêbaza demokrasî û dîplomasiyê.     ‘ÊZIDÎ FIRSENDA JINÛVEAVAKIRINA WARÊN XWE HEQ DIKIN’      Pirsa têkildarî komkujiya DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê, qirkirina Êzidiyan û vegera li Şengalê jî Tammy Bruce wiha bersivand: “11 sal berê bû. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 700 kes winda ne. Girîng e ku piştgiriyê bidin kesên hêj dijîn û lêgerîna edaletê dikin. Ewlehî û îstîqrara li Şengalê ji bo civaka Êzidî biewle, bi dilxwazî û birûmet vegerin girîng e. Êzidî, firsenda jinûveavakirina jiyan û warê xwe heq dikin.”