Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da 2025-08-06 10:35:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Lubnanê biryar da ku ji bo tesfiyekirina hêzên çekdar ên derveyî dewletê planekê amade bike. Hîzbullahê ku dê ji biryarê bibandor bibe, biryar weke “nayê qebûlkirin” nirxand.    Qebîneya Lubnanê di roja sêşemê (duh) de civiya û biryar da ku hêzên çekdar ên derveyî dewletê bikevin bin kontrola dewletê. Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Salam, ragihand ku raye daye artêşa Lubnanê ku heta dawiya salê “plana kontrola dewletê” amade bike.    Dema biryar dihat dayin, ji endamên qebîneyê 2 wezîrên Şîe civîn terikandin û 2 wezîrên Şîe jî ji ber ku li derveyî welat bûn tev li civînê nebûn.    HÎZBULLAHÊ BERTEK NÎŞAN DA    Tê gotin ku biryar yekser Hîzbullahê hedef digire. Ji lîderên Hîzbullahê Naîm Kasim, got: “Stratejî, ji bo bêçekbûnê salname nîne. Hûn dibêjin çekan bidin me lê ewlehiya neteweyî nedin. Ma ev dê çawa were qebûlkirin? Em pêkhateyekê sereke ya Lubnanê ne. Divê biryar li gorî zextên derve neyên dayin.”    Di meha Hezîranê de Nûnerê DYA’yê Thomas Barrack beramberî bidawîkirina dagirkeriya Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê, xwestibû Hîzbullah bi temamî çekan berde. Lê Hîzbullahê ev biryar red kiribû.    Bi navbeynkariya DYA’yê, di 27’ê Mijdara 2024’an de di navbera artêşa Îsraîlê û Lubnanê de agirbest ketibû meriyetê. Lê tevî vê jî êrişên Îsraîlê didomin. Ji roja agirbestê heta niha Îsraîlê nêzî 3 hezar caran binpêkirin kir û di vê pêvajoyê de herî kêm 213 kesan jiyana xwe ji dest dan û 508 kes jî birîndar bûn.