Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin 2025-08-06 09:00:58 WAN - Oznûr Evîn û Şukran Şen ên TJA’yî diyar kirin ku jin dê pêşengiya pêvajoyê bikin û gotin: "Divê her kes zanibe ku jiyan dê li dora jinên azad were avakirin. Jinên ku bindestên bindestan bûn niha di pozîsyona pêşengiyê de ne.  Me ev yek di merasîma şewitandina çekan de dît." Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi gavên girîng didome. Hemû beşên civakê nêrîn û daxwazên xwe yên li ser ka divê pêvajo çawa bimeşe û dê çawa bi ser bikeve tînin ziman. Jin ku berpirsiyariya pêvajoyê û avakerên aştiyê digirin ser xwe, bi berdewamî dibêjin ku ew ê ji bo aştî û azadiyê xwe birêxistin bikin. Oznûr Evîn û Şukran Şen ên ji Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser rol û mîsyona jinan di vê pêvajoyê de axivîn.   PÊVAJO Û JIN     Oznûr Evînê bal kişand ser rola pêşeng a jinan û diyar kir ku ew ê pêşengiya pêvajoyê bikin. Oznûr Evînê xwedîderketin û piştgiriya xurt a gelê Kurd ji bo banga Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: "Di vê çarçoveyê de, jinên Kurd xwedî roleke girîng in. Ji destpêka pêvajoyê ve, birêz Abdullah Ocalan gelek caran bang li jinan kir ku hem pêşeng û hem jî nûnerên pêvajoyê bin. Em polîtîkayên ku bersiva banga birêz Ocalan didin pêş dixin."   Oznûr Evînê bi taybetî bang li jinan kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin û diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bandoreke erênî li ser her kesî bike. Oznûr Evînê anî ziman ku pêdivî bi lezandina pêvajoyê heye û got ku pêdivî ye gavên qanûnî û hiqûqî li gorî daxwazên hemû beşên civakê werin avêtin.   Oznûr Evînê bilêv kir ku jin dê pêşengiya aştiyê bikin û got: "Di bin pêşengiya Besê Hozat de çek hatin şewitandin. Xala herî girîng a ku li vir derket holê ew bû ku jin di pêş de, di roleke pêşeng de bûn. Hebûna jinan di her warî de pir girîng e. Di vî warî de, ji bo me girîng e ku jin di pozîsyonên ku piştgiriyê didin û pêşengiya aştiyê dikin de bin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ku her peymanek, her serkeftinek ku di bin pêeşngiya jinan de tê kirin, serkeftinek e ku ji civakê re. Jin hîmê vê serkeftinê ne."   GUHERÎNA PARADÎGMAYÎ     Şukran Şenê destnîşan kir ku pêvajo li çaraliyê cîhanê bi baldarî tê şopandin û got ku ev ne tenê xaleke werçerxê ye di têkoşîna siyaseta Kurd de, di heman demê de îlankirina guhertineke paradîgmatîk e. Şukran Şenê, got: "Pêvajo perspektîfek a li dora avakirina civakeke demokratîk ji nû ve avakirinê pêşniyaz dike. Tevgera Kurd banga 27'ê Sibatê ne wekî gaveke taktîkî, di heman demê de wekî pêvajoyeke veguherîna stratejîk qebûl kiriye."   Şukran Şenê bal kişand ser merasîma dîrokî û destnîşan kir ku divê pêşengiya jinan a merasîmê wekî peyameke girîng were dîtin û got: "Jin bi saya stratejiya birêz Abdullah Ocalan bûn pêşeng. Divê her kes zanibe ku jiyan dê li dora jinên azad were avakirin. Jinên ku bindestên bindestan bûn, niha di pozîsyona pêşengiyê de ne. Me ev yek di merasîma şewitandina çekan de dît. Ji bo dîroka jinan pir girîng bû ku merasîm ji hêla jinan ve hat birêvebirin."   Şukran Şenê destnîşan kir ku jin bi pêkanîna paradîgmaya rizgariya jinan re dê bibin xwedî jiyaneke ewle û têrker û got: "Divê her kes bizanibe ku jiyan dê li dora jinên azad were avakirin. Jinan bi vê banga dîrokî îspat kirin ku ew kirde ne, ne obje ne. Di sala dawî de komkujiyên li ser jinan bi her awayî zêde bûne. Em li dijî van êrişan hîn bêtir xwe birêxistin dikin."   MA / Ozlem Yacan