Wezîr Tûnç: Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên meclisê 2025-07-30 12:57:34   ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, têkildarî komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin got: "Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên Meclisê."    Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, di bernameyeke televîzyonê de têkildarî komisyona ku dê li meclisê bê avakirin û geşedanên di rojevê de axivî. Tûnç anî ziman ku pêvajoya ji bo çareserkirina pirgsirêka kurd didome ji bo Tirkiyeyê "gaveke dîrokî" ye û got: "Em ê di warê teknîkî de piştgiriyê bidin biryarên Meclisê."    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Tûnç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got: "Ger ceza ne muebeda girnakirî be, ceza dikarin bên taloqkirin. Meclisa me, ji bo ev kes cezayên xwe li malê bikişînin di sererastkirineke qanûnî kir."    Tûnç destnîşan kir ku piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Destura Bingehîn (AYM) a ji bo xala "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc" ku di 5'ê Mijdara 2024'an de da, hin saziyên çapemeniyê ev yek manîpule kirine û got: "Me roja din ev yek eşkere kir. Ev hejmar ne rast in. Manşeta rojnameyekê ya der barê tehliyekirina 700 PKK'iyan ne rast e. Kesên beşdarî civîn an jî bernameyeke rêxistinê bibin dikarin bên cezakirin; lê belê cezakirina ji ber endamtiya rêxistinê ji aliyê dadgehê ve hat betalkirin."    VEYSÎ AKTAŞ   Tûnç der barê gotegotên berdana Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê hat tehliyekirin de jî got: "Ji ber sererastkirineke qanûnî nehatiye berdan. Li gor cezayê lê hatiye birin, dema sûdgirtina ji berdana bêşert 30 sal e. Ji ber ku wî cezayê xwe temam kiriye, hatiye berdan. Dibe ku endamên rêxistinê yên cezayê xwe temam kiribin hebin. Qanûn çi hewce bike, dadgeh kîjan ceza dabe ew tê pêkanîn. Kesekî ku cezayekî bidem girtibe, gagva dema wî tije bibe dê bê tehliyekirin. Ger hûn rabin vê wekî 'endamên rêxistinê tên berdan' peşkeş bikin, ev ê nebe nêzîkatiyeke rast."