Kamaç: Dê yekîtiya kurdan pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe 2025-07-26 09:07:21 AMED - Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku yekîtiya neteweyî ya di navbera kurdan de dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe û ew ê bêwestan ji bo yekîtiyê bixebitin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin bi pêşketinên nû berdewam dike. Yek ji stûnên herî girîng ên vê pêvajoyê pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd e. Tevî gelek hewldanên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, lidarxistina kongreyê negihîştiye encamê. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya kurd berfireh dike.   Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku şahidê merasîma tunekirina çekan bû, diyar kir ku negavavötına dewletê zirarê dide pêvajoyê. Kamaç diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê gavên li gorî ruhê pêvajoyê avêtine û got: "Ev cara yekem e di dîroka Rojhilata Navînö de ku çek bi awayekî rêxistinkirî, hişmend û bi îradeya azad tên danîn. Ev mînakeke nû ye li Rojhilata Navînö, gavek dîrokî ye."   Kamaç banga piştgiriyê ji bo pêvajoyê kir û got: "Divê pêvajo di asta civakî, siyasî û civaka sivîl de xwedî lê bê derketin. Em ê heta ku ev pêvajo bigihêje encamê, xebata xwe bidomînin."   'DIVÊ DEST JI ZIMANÊ ŞER BÊ BERDAN'   Kamaç destnişan kir ku yekîtiya di navbera kurdan de stûneke girîng a pêvajoyê ye û got: "Ji bo kurdan girîng e ku di vê pêvajoya dîrokî de yekîtî û hevgirtinê bi dest bixin. Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk dê di vê pêvajoyê de roleke girîng bilîze. Înîsiyatîf dê bêwestan bixebite û barê yekîtiya neteweyî hilgire ser xwe. Yekîtiya di navbera kurdan de dê pêvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe."   Kamaç destnîşan kir ku zimanê dewlet û çapemenıyö zirarê dide pêvajoyê û got: "Ji bo ku pêvajo bigihêje encamê, divê em bi zimanê aştiyê biaxivin. Divê dev ji zimanê şer were berdan. Divê zimanekî ku bi ruhê pêvajoyê re li hev bike were afirandin."   AŞTI JI BO ROJHILATA NAVÎNÊ   Kamaç bal kişand ser berxwedana mezin a kurdan ji bo aştiyeke birûmet a jı bo Rojhilata Navînö û got: "Divê her kes karibe bi azadî ziman, nasname û ola xwe bi kar bîne. Ez êrışên li dijî elewiyên durzî bi tundî şermezar dikim. Divê hemû zilm û zordariya li ser gel tê kirin were sererastkirin. Divê avakirina civakeke demokratîk li vir were pêşxistin."   MA / Fethî Balaman