Formayên nû yên Amedêsporê li reyonê ne: Em formayên resen bikirin 2025-07-26 09:03:03 AMED - Rêvebirên Amedsporê bang li alîgiran kirin ku "Formayên resen ên Amedsporê bikirin". Amedspor ku di lîga 1'emîn de têdikoşe û parolaya wê ya îsal "şampiyona" ye, formayên xwe yên ku di heyama 2025-2026'an de li xwe bike demeke berê dabû naskirin. 5 formayên nû ku 2 jê ji aliyên alîgaran ve hatin diyarkirin, li mexazeyên Amedstoreyê hatin bicihkirin.    Seroka duyemîn Şeyda Aslantaş û Endamê Lijneya Rêveber Nedîm Dalga têkildarî amadekariyên heyama nû de axivîn.    ‘EM Ê JINÊ DI SPORÊ DE BERBIÇAV BIKIN'   Şeyda Aslantaşê got: "Wekî Amedspor, em ê israr bikin ku tîmeke fûtbolê ya jinan were avakirin. Em israr dikin ku alîgirên me yên jin maçên tîmên mezin û ciwanan temaşe bikin, li trîbunan bin û formayên Amedsporê li xwe bikin. Ji bo ku li vê qadê feraseta nêrza, zimanê nêrza bê şilandin, divê jin bebriçav bin."   Şeyda Aslantaşê diyar kir ku ew hewlên xwe yên ji bo zêdekirina xuyabûna jinan di futbolê de didomînin û got: "Îsal, tîma me ya futbolê ya jinan cara yekem hilbijartinên binesaziyê kir. Me di navbera 20 û 23'yê Tîrmehê de hilbijartin kir. Lîstikvanên jin ji çar aliyên herêmê û Tirkiyeyê hatin. Nêzîkî 50 kes beşdar bûn û me dest bi xebatê kir da ku şeş lîstikvanan ji bo tîma futbolê ya jinan perwerde bikin û wan têxin nav tîma me ya mezinan. Yek ji projeyên me yên nû perwerdehiya rahênerên werzîşê yên jinan e. Ji ber kêmbûna rahênerên werzîşê yên jin li herêmê, me dest bi perwerdekirina werzîşvanên jin kir. Îsal, me hevkareke jin li tîma teknîkî ya futbolê ya jinan zêde kir û dibe ku di salên pêş de, em karibin rêwîtiya xwe bi rahênereke futbolê ya jin bidomînin."    Şeyda Aslantaşê her wiha diyar kir ku ew armanc dikin ku di vê çarçoveyê de komeke alîgirên jinan biafirînin û tekez kir ku ew ê hem danasîna forman û hem jî civînên alîgirên xwe di 30'yê Tebaxê de li dar bixin.   Şeyda Aslantaşê anî ziman ku Amedspor kulûbeke xwedî nirxan e û got: "Di demên dawî de, hin kes an kom di nav alîgirên me de, bi reftar û gotinên nexwestî yên têkildarî azwerî, ego û meyla serketinê ku di pîşesaziya futbolê de belav bûye, mijûl dibin. Çandeke me heye ku nirxên Amedsporê dihewîne û di her aliyê jiyanê de belav dibe heye. Bi vê perspektîfê, em xwedî hêz û şiyana ku di her warî de li dijî zimanê nêrza, feraseta nêrza û helwest û perspektîfên zayendperest derkevin. Em dixwazin ku alîgirên me bi vê helwest û perspektîfê li trîbunan bin. Her wiha em ji wan hêvî dikin ku bi kirîna formayên Amedsporê piştgiriyê bidin tîma xwe."   ‘EN LI HER DERÎ FORMAYÊN AMEDSPORÊ LI XWE BIKIN'   Şeyda Aslantaşê diyar kir ku wan sansura wêneyê bi formayê Amedsporê yê Yaprak Taşçi ya li Girtîgeha Kayseriyê ya Bunyanê, şermezar kiriye.   ‘ARMANC ŞAMPIYONA YE'   Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê Nedim Dalgajî diyar kir ku amadekariyên heyama nû yên Amedsporê bi kampa perwerdeyê ya Bolûyê berdewam dikin û got: "Piştî kampê, em plan dikin ku herin Çorûmê, maça lîga xwe bilîzin û dû re vegerin Amedê." Dalga her wiha diyar kir ku di çend rojan de alîgir dê der barê veguhastinê de nûçeyên baş bistînin.   ‘DIVÊ BERHEMÊN RESEN BÊN STENDIN'   Dalga diyar kir ku formatên heyama nû li Amed Storeyê û li ser înternetê hene û got ku ew ji pênc kulûbên mezin ên Tirkiyeyê yek jê ne. Dalga got: "Lêbelê, em dibînin ku ev rewş di firoşgehên me de nayê nîşandan. Em di vî warî de ji dahata xwe ya armanckirî pir kêmtir in. Me bi du buroyoyên hiqûqê re peyman îmze kirine û her kesê ku hilberên me 'sixte' bifiroşe dê neçar bimîne ku bi buroya hiqûqê re mijûl bibe. Berhemên me yên lîsanskirî di firoşgehên me de hene; werin em ji li wir bikirin."   Dalga bal kişand ser sansur û zexta li ser Amedsporê di girtîgehan de û got: "Maçên Amedsporê li ser televîzyonê têne weşandin. Ger ev li wir qedexe nebe, çima ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tê qedexekirin? Em vê yekê qebûl nakin; ev nayê qebûlkirin. Hemû formayên me ji hêla Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve hatine pejirandin. Em ê kesên ku der barê formayên me de tevgerên nepejirandî nîşan didin eşkere bikin û wekî kulûbek, em ê li pişt wan kesên ku gihîştina formayên me bin."    Dalga bilêv kir ku ew li bendê ne ku alîgirên Amedsporê li gorî ruhê Amedê piştgiriyê bidin wan û got: "Pêdivî bi piştgiriya xirab tune; em ne tîmeke wisa ne. Me par ji bo vê yekê cezayên giran dan. Amedspor ji tîmekê wêdetir e. Ew ruhê vê herêmê ye. Em ji alîgirên xwe dixwazin ku piştgiriyê bidin tîma me. Em di heyema nû de tezahurata xirab naxwazin."   MA / Mujdat Can