TAJÊ ji 19 welatan re name şand: Qirkirina Êzidiyan nas bikin 2025-07-21 14:23:42 NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ ji 19 welatên cuda re name şand da ku ew jî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke qirkirin nas bikin.   Komîteya Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi nêzhatina 11’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an, dest bi çalakiyên cuda kir. Weke tê zanîn beriya niha 14 welat fermanê weke jenosîde nas kiribûn. TAJÊ ji 19 welatên cûda re ji bo ku ew jî fermana 2014’an weke jenosîde nas bikin, name şandin da.   Nameya Komîteya Dîplomasiya TAJÊ wihaye:   “11 sal li ser fermana 3.8.2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî derbas dibe. Civaka Êzidî fermana 74’an li pêş çavên cîhanê jiya. Di vê fermanê de bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, dîlgirtin û ji cih û warên xwe koçber bûn. Qûrbaniyên herî zêde yê fermana 74’an jin û zarok bûn. Jinên Êzidî hatin dîlgirtin, firotin, tecawizkirin, êşkencekirin û kuştin. Bi sedan zarok, pîr û kal ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. 11 sal li ser fermana 74’an re  derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin û trajediya fermanê derbas nebûye. Heya niha 2900 mirovên Êzidî ku piraniya wan jin û zarokin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Bi sedan jî çarenûsa wan bi tu awayî nayê zanîn. Hîn bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin û hîn jî gorîn nû têne dîtin.   XEBATÊN TAJÊ   Di nav 11 salan de 14 welatan bi fermî fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl kirine. Me Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dosyayeke berfireh li ser fermana 3.8.2014’an amade kiriye. Em vê dosyaya ku bi belge û agahiyên girîng îspat dike ku fermana 3.8.2014’an a li ser civaka Êzidî li Şengalê hat jiyan kirin jenosîd e, pêşkêşî we dikin. Em ji we daxwaz dikin ku hûn jî bi erk û berpirsyartiyên xwe ya mirovî rabin û fermanê bi fermî wek jenosîdê nas bikin.     Me weke jinên Êzidî ji bo pêşî li qirkirina jin û civaka xwe bigirin, piştî jenosîda sala 2014’an di sala 2015’an de, destpêkê weke komeke jinan bi navê Meclîsa Jinên Êzidî xwe bi rêxistin kir. Weke bersiva jenosîdê li dijî jin û civaka Êzidî me rêxistina xwe ava kir. Ji bo jin bibe xwedî hêz û karibe parastina xwe ji ferman û êrişan bike, me xebatên xwe mezin û berfireh kir. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ( TAJÊ) hat ava kirin. Heya niha em wekî jinên Êzidî li Şengalê xebatên xwe berdewam dikin.”   19 WELATÊN KU NAME JÊ RE HATINE ŞANDIN   Serokatiya Afrîkaya Başûr, Protokola Merasîma Dewletê ya Îtalyayê, Ofîsa Serokkomar û Têkiliyên Dîplomatîk ên Giştî yên Bulgaristanê, Ofîsa Serokkomarê Komara Slovakyayê, Serokkomarê Slovenyayê, Wezareta Derve ya Fransayê, Serokkomarê Komara Fînlandiyayê, Serokkomarê Qibrisê, Serokkomarê Komara Hirvatistanê, Wezareta Karên Derve ya Maltayê, Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê, Serokkomarê Avusturya, Ji bo Serokkomarê Yewnanistanê, Serokê Hikûmeta Spanyayê, Wezareta Karên Derve ya Çînê, Ofîsa Serokatiya Hindistanê, Serokatiya Komara Erebî ya Misrê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Serokkomarê Komara Lîtvanyayê.