Li Uşak û Afyonê şewat derket 2025-07-20 14:41:57   UŞAK – Li Uşakê şewat li daristanê derket, di şewata li Afyonê de 12 hektar daristan zirar dît.   Li gundê Sorkun ê ku 6 kîlometre dûrî navenda Uşakê şewat li daristanê derket. Şewat ji ber bandora bayê belav bû, midaxileya komên agirkujiyê didomin.   Li daristana ku di nava Afyon û Kutahyayê de şewat derket. Şewat bi midaxileya komên agikujiyê hate kontrolkirin. Li herêma ku şewat derket dar û mêrg şewitîn.   12 HEKTAR ŞEWITÎ   Li navçeya Sînanpaşa ya Afyonê û li ser rêya Afyon-Kutahyayê di danê nîvro de ji ber sedemên nediyar şewat li daristanê derket. Şewata ku li deviyên dora rê destpêkir bi bandora bayê ve li daristanê belav bû.   Hate ezanîn ku heta niha 12 hektar daristan zirar dîtiye û li herêma şewatê xebatên hênikkirinê didomin.