Dê li Meletiyê navê Sirri Sureyya Onder bidin jiyîn 2025-07-18 13:41:03   MELETÎ - Navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dabû, li kolanek a taxa Erxevanê yê Meletiyê hat kirin.   Ev biryar piştî kampanya îmzeyan a di meha Adarê de ji aliyê 29 komeleyên herêmî û 16 mûxtarên taxan ên li navçeyê ve hat destpêkirin, hat dayîn. Di çarçoveya kampanyayê de îmzeyên ku ji bo navê endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder zindî bêhiştin û li park, kolan û taxan bê kirin hatin berhevkirin, radestî meclisa şaredariyê hatin kirin.   Di encama dengdana ku di meha Tîrmehê de di Civîna Meclisa Şaredariyê ya asayî de pêk hat de navê Kolana Mîllî Egemenlîk wek "Kolana Sirri Sureyya Onder" hat guhertin.