Dixwazin sembola bîra civakî Newala Qesaba bi betonê binixumînin 2025-07-15 09:13:27 SÊRT - Sekreterê TMMOB'ê yê Sêrtê Firat Şîmşek ku ji ber Newala Qesaba careke din ket ber îmarê bertek nîşanî qeyûm da, diyar kir ku bi planên revîzyonê yên îmarê tê xwestin ku bîra civakî ya herêmê bê tunekirin.   Newala Qesaba ku nêzîkî navenda bajarê Sêrtê ye, careke din ji ber planên îmarê û revîzyonê di hedefê de ye. Piştî hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an, endamên Meclisa Şaredariya Sêrtê yên hilbijartî biryarên ku ji hêla qeyûm ve hatibûn îmzekirin ji bo Newala Qesaba têkeve ber îmarê, di 7'ê Hezîrana 2024'an de betal kiribûn. Lê piştî qeyûm careke din tayînî şaredariyê hat kirin, Newala Qesaba ku di bîra kurd û ermeniyan de wekî goristaneke komî cih girtiye, careke din ji bo rantê hat vekirin. Di civîna meha Nîsanê ya Meclisa Şaredariyê ya di bin rêveberiya qeyûm de, Plana Îmarê hat guherandin. Guhertinên planê rê li ber avakirina avahiyên 5 û 8 qatî qatî hat vekirin.   Newala Qesaba, piştî Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, ew cih e ku gelek ermenî bi awayekî komî lê hatin veşartin. Her weha cihê veşartina endamên PKK'ê ku di pevçûnên piştî 1980'yî de jiyana xwe ji dest dan û kesên bi awayekî kiryar nediyar hatin qetilkirin e. Di 22'yê Nîsana 1989'an de, li newalê dest bi kolandinê hat kirin û di nav çend saetan de, hestiyên heşt kesan hatin dîtin. Kolandin di heman rojê de bi fermana walîtiyê hat rawestandin û ji wê demê ve li qadê tu xebat nehatine kirin.   SEMBOLA BÎRA CIVAKÎ   Lijneyên Koordînasyona Herêmî a Bajêr (ÎKK) yên Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) di 26'ê Hezîranê de daxuyaniyek belav kirin û li dijî biryara îmar û revîzyonê ya li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê derket. Sekreterê TMMOB ê Sêrtê Firat Şîmşek diyar kir ku Newala Qesaba divê bibe cihekî bîranîna kolektîf. Şîmşek got: "Li ser vê herêmê stran, helbest û pirtûk hatine nivîsandin. Eşkere ye ku ew cihek e ku bîranîna kolektîf zindî dihêle. Ji bo ku em şaşiyên berê dubare nekin, divê em bîranîna kolektîf jî zindî bihêlin."   Şîmşek diyar kir ku di serdema ku aştiya civakî tê avakirin de ev pêkanîn xelet e û got: "Ger em aştiya hezar salî ava dikin, nexwe divê bingeh saxlem be. Di vî warî de, divê her tişta xelet were çareserkirin. Tişta xelet divê neyê nixumandin, ne jî bi ser wê betonê bê girtin."    ‘ÇENDÎ XETERE YE JÎ NEXWEŞXANE TÊ ÇÊKIRIN'   Şîmşek destnîşan kir ku herêm li gel bîra civakî herêm bi zemîna xwe jî ji bo avahiyan ne guncaw e û got: "Nexweşxaneyek dewletê ya xwedî kapasîteya 400 nivînan li cihê Newala Qesaba tê çêkirin. Ez vê yekê li gor raporên lêkolîna etuta zemînê ya nexweşxaneyê dibêjim. Di raporê de tê gotin, 'Di erdê de valahiyên erozyonê, tebeqeyên çîpan û tebeqeyên gil ên bi giranî şikestî hene. Kolandinên ku li herêma lêkolînkirî hatine kirin valahiyên erozyonê eşkere kirine ku axa bingehîn ji bo avahiyan xetere ye.' Tevî vê yekê jî, nexweşxane li herêmê tê çêkirin. Li şûna ku cihê nexweşxaneyê biguherîne, Wezareta Tenduristiyê serî li başkirina erdê dide. Nêzîkî 400 mîlyon lîreyên tirkî bi hinceta başkirina erdê hatiye zerckirin. Hezar û 169 stûnên qulkirî hatine çikandin. Tişta ku hewce bû were kirin tenê veguhastina nexweşxaneyê bû. Diyar e ku Wezareta Tenduristiyê di vê mijarê de berjewendiya giştî li ber çavan negirtiye."   Şîmşek diyar kir ku rijandina betonê li Newala Qesaba ne guncaw e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me der barê Guhertina Herêmê de daxwaznameyek ji Şaredariya Sêrtê re şand. Her wiha ji bo rawestandina pêkanînê serlêdanek ji TMMOB'a Amedê re jî hat kirin. Îtîrazên me hatin redkirin, lê pêvajo hîn jî berdewam dike. Li Şaredariya Sêrtê qeyûm heye. Meclisa heyî ne di wê rewşê de ye ku biryaran bide."   MA / Ozan Bayindir