Tevî îtirazan jî li qada sîtê înşeata pîşesaziyê didome 2025-07-15 09:05:17   RIHA - Taxa Keşlîka Mezin a Rihayê ku qada sîtê ye, bi gefa xeraca TIR'an a tê çêkirin re rû bi rû ye. Şêniyên bajêr ji vê rewşê ne razî ne.    Li taxa Keşlîka Mezin a navçeya Karakopruyê ku bi biryara Lijneya Parastina Mîrata Çandî ya Rihayê ya bi dîroka 27'ê Adara 2018'an, wekî Qada Sîtê ya Asta Duyemîn hat qebûlkirin. Çendî wekî qada sîtê hatibe qebûlkirin jî, li vir çêkirina xeraca TIR'an û tamîratxaneyê didome. Şaredariya Bajarê Mezin di sala 2021'ê de, bi hinceta wê "kooperatî bê çêkirin" erdê kevirî yê taxê da ber îmarê. Piştî vê biryarê, kooperatîfek ji hêla xwediyên kamyonan ve hat avakirin û kooperatîfê li herêmê dest bi avakirina xeracê kir. Gelek dar li herêmê hatin birîn û cihên dîrokî bi xetereyê re rû bi rû ne.    Li herêmê nivîsên serdema Romayê, şikeft û bîrên avê hene. Her wiha tax bi darên fistiqan dorpêçkirî ye. Şêniyên taxê ji vê rewşê aciz in. Xebatên înşeatê ji ber protestoyan demekê hatibûn sekinandin, lê hefteya borî dîsa dest pê kirin.    Li gorî şêniyên taxê, bermahiyên ku piştî temamkirina çêbibin dê li nava zeviyên wan û li mêrgan bên valakirin.    ŞÊNÎ PROJEYÊ NAXWAZIN   Ji şêniyan Osman Karataş (70) got: "Em ne pîşesaziyê dixwazin, ne jî dixwazin ji cih û warê xwe bibin. Em li vir heywanan xwedî dikin û çandiniyê dikin. Lê heke ew vê kooperatîfê ava bikin, ev der dê tijî çop bibe."   Adil Karademîr (54) ku got "Dixwazin me ji gundê me derxînin" wiha got: "Her kesê ku em jê re dibêjin pişta xwe dide me. Ne zarokên me ne jî em nikarin bi vî rengî bijîn. Em êdî nikarin heywanên xwe biçêrînin. Dema ku heywan diçin deverên ku wan diyar kiriye, me ji vir derdixin."   Azîz Karademîr (40) diyar kir ku ew li dijî avakirina kooperatîfekê ne li taxa wan û got: "Em li vir sewalvaniyê dikin. Dema ku em gilî dikin, cendirme tên û dibêjin, 'Em ê bi zorê bikin'. Dibêjin ku ew ê ava qirêj û çopê bavêjin vir. Ji ber vê yekê em ê çawa li vir bijîn? Goristanên me li vir in, dîroka me li vir e."   Ahmet Akkûş (32) diyar kir ku dîrokeke taxê ya 3 hezar salî heye û got ku gelek berhemên dîrokî yên serdema Romayê hatine dîtin. Akkûş got: "Em bi çandina fistiqan û xwedîkirina heywanan debara xwe dikin. Di du sê salên dawî de dest bi wêrankirina xwezayê kirine. Tesîsa pîşesaziyê bi qasî 200-300 metreyan dûr e. Ger were çêkirin, hem dîrok û hem jî xweza wêran dibe. Em li dijî vê yekê ne."   PÊVAJOYA DARAZÊ DIDOME   Mehmet Diyadîn Eskîler yek ji parêzerên ku meseleyê xistiye rojevê, got ku ew ji sala 2021'ê vir ve têkoşîneke qanûnî dimeşînin. Parêzer Eskîler diyar kir ku ev tax taxeke dîrokî ye û gelek darên fistiq û zeytûnan lê hene û got: "Piraniya van ji hêla vê projeyê ve hatine wêrankirin. Ev der xwedî dîrokeke kevnar e. Wan ew wekî stargeh bi kar anîne."   Eskîler diyar kir ku pêvajoya darazê berdewam dike û got: "Cihê ku em niha lê ne, nêzîkî 600 metre dûrî cihê ku kooperatîf lê tê avakirin e. Ew her wiha difikirin ku sîstema kanalîzasyonê jî bera vir bidin. Her çend ev herêma parastî tu tamîr an parastinek avahîsaziyê nedîtibe jî, ew niha wê mehkûmî wêrankirinê dikin. Her çend li vir tamîr an restorasyon tune be jî, em dixwazin ku ew bi kêmanî were parastin."   Eskîler got ku tax rastî wêraniyeke mezin a ekolojîk hatiye û got ku ji bilî daran, jîngeha heywanên wekî rovî, kêvroşk û marên li herêmê jî wêran bûne.   MA / Ceylan Şahînlî