Girtiyê ku kelemçe red kir: Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim 2025-07-08 13:06:11   STENBOL - Girtiyê nexweş Mahsûm Yuksekbag ê ku destkelemçekirina di dema tedawiyê de red kir û ji ber vê emeliyeta wî hate astengikirin, got: “Ez dixwazim bi awayekî mirovane tedawî bibim.”   Girtiyê nexweş Mahsûm Yuksekbag li Girtîgeha Hejmara 1 a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin û rewşa wî ya tenduristiya roj bi roj xirabtir dibe. Yuksekbag ê ku di mêjiyê wî de anavrîzma (nexweşiya damarên mêjî ye) hatiye tespîtkirin, di 18’ê Hezîranê de dema sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê tê kirin, ji ber ku red kir di dema tedawiyê de destên wî bên kelemçekirin, ameliyeta wî tê astengkirin. Ji ber vê yekê Yuksekbag bêyî ku emeliyat bibe şandin girtîgehê.   SERLÊDANA TÎHÎK'Ê   Di 21’ê Hezîranê de têkildarê rewşa tenduristiyê ya Yuksekbag, Oarlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Nevroz Ûysal Aslan û Meral Daniş Beştaş serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (TÎHÎK) dan. Herwiha di pêşniyaznameyên ku ji bo Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç û Wezîrê Karên Hindurîn Alî Yerlîkaya re hatin dayin de hate xwestin ku mercên tedawiya Yuksekbag bên avakirin.   Yuksekbag ê ku nehat tedawîkirin, ji bo Ajansa Mezopotamyayê name şand.   XETEREYA FELCÊ Û ÇÛNA XWÎNÊ YA SER MEJIYÊ WÎ HEYE    Yuksekbag ê ku salek û nîv e ji ber nexweşiya anavrîzmayê sewqî gelek bijîjkan bûbû, di nameye de kiryarên nexweşxaneyê yên li dijî wî wiha rave kir: “Hinek bijîjkên ku ez çûm cem wan ji min re gotin ‘nexweşiyeke te yê wiha nîne kîjan aqilkêmî ev teşhîs li te kiriye’ û heqaret li hempîşeyên xwe kir. Hinek bijîjkên din jî rewşa min paşguh kirin. Herî dawî norologek li Nexweşxenaya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê, ji min re got 'di demarên mêjiyê te de peqik heye, divê tavilê tu bê emeliyatkirin.' Bijîjk got, 'divê tu ameliyat bibî nexweş heke ew peqika di demara serê te de biteqe îxtîmal heye xwîn biçe ser mejiyê tê.' Ez jî li ser vê gotina bijîjk çûm Nexweşxenaya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê ya Erziromê. Mejiyê bijîşk ji min re got; 'divê tu ne li odeya girtiyan bî lê li odeya servîsê bimînî. Dema xetereyek lezgîn çêbe em nikarin midaxileyê odeya girtiyan bikin.’    DI DEMA EMELIYATÊ DE KELEMÇEKIRINA DESTAN FERZ KIRIN   Li ser vê yekê min pirsî gelo dê tedawiya min bi kelemçe be an bêyî kelemçe? Leşker diyar kir ku dê ji bo rojekî min kelemçe bikin û bijîşk jî ev yek qebûl kir û got ‘tu astengiyek li pêşiya tedawiya te nîne, dê destên te di kelemçeyê de be.’ Min jî ji bijîşkê norolog re got ‘we jî got rewşa tenduristiya min bi xeter e û rexmê vê yekê çawa dibe ku ez bi kelemçe bim, hûn ê îşkenceya tedaviya bi kelemçeya bi kîjan wesfê mirovane bikin’. Bijîjk got ‘em nikarin bi te ve mijûl bin. Dê tedawiya te yê bi kelemçe be. Tu dixwazî qebûl bike an neke’ û ji odeyê hatim derxistin."    Yuksekbag di nameya xwe de destnîşna kir ku dixwaze mafên xwe yên mirovane bikar bîne û got: “Ez bi awayeke mirovane dixwazim bêm tedawîkirin. Ger ez li nexweşxaneyê bimrim jixwe dê ev peqika di mêjiyê min de bibe sedem û her diçe xirabttir dibe rewşa min. Ez nazwazim di temenê xwe yê ciwan de bimirim. Ez ji jiyanê pir hez dikim lê ez dikarim ji bo rûmet û heysiyeta xwe jî bimirim. Ez mirov im û bi awayeke mirovane dixwazim tedawî bibim. Dixwazin bi kelemçe ve min îşkence bikin ma ev rewa ye? Heta ez bi awayeke mirovane neyêm tedawîkirin ez ê li benda mirina xwe bimînim ku heta ew peqika mêjiyê min de diteqe. Bi hêviya jiyaneke birûmet û mirovane di welateke azad de.”