Li Pêrtagê li dijî kana pomza û xîzî meş hate lidarxistin 2025-07-07 16:24:03 DÊRSIM - Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê li dijî projeya kana ponza û xîzî ya li herêmê meş li dar xist.   Tê xwestin ku li ser 2 hezar û 200 donimên erd ên li gundê Bargînî yê navçeya Xozatê ya Dêrsimê û gundên Zeve, Orcan û Desîmanê yên navçeya Pêrtagê madena pomzayê bê avakirin. Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê jî li dijî vê projeyê li Pêrtagê meş li dar xist.   Meş, bi pêşengiya Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê hat lidarxistin û Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû, hevşaredarên Dêrsimê yên ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan û nûnerên partiyên siyasî, saziyên civakî û ekolojist beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên “Li dijî talana şîrketê em bi hev re têbikoşin”, “Mudaxileyê xweza, av, axa min neke” hate vekirin û diruşmên “Bi yekitiyê ve em ê bi ser bikevin”, “Sekasur pîroz e dê pîroz bimîne” hatin berzkirin.    Endamê Platforma Hawirdor û Xwezayê ya Xozat Pêrtag Sekasurê û endezyarê Jeolojiyê Bariş Palanci di çalakiyê de diyar kir ku Dêrsim bi kanên madenan, bi HES’an û bi qetlîamên daristanan tê talankirin. Palanci, got: "Ji bo rantê dixwazin xwezaya me talan bikin, gundên me tune bikin, ava me qirêjî bikin û pêşeroja zarokên me tarî bikin. Weke gelê herêmê em ê xwezaya xwe, qadên xwe yên pîroz, av û çavkaniyên debara xwe li dijî her gefan biparêzin.”    ‘EM LI DIJÎ MIDAXILEYÊN XWEZAYÊ NE’   Ayten Kordû jî wiha got: "Li Dêrsimê, li Sekasurê, li Tagarê li Alî Bogazê û herwiha li Cevîzdere li Pulurê ji bo kanên xîz û zêr xebat tên kirin. Em ê qanûnên ku pêşiya projeyên ku pêşeroja me jehrî dikin, xweza û çandiniya me, sewalkariya me asteng dikin û hemû çavkaniyên me pêşkêşî sermayedaran dikin qebûl nekin.” Ayten Kordû bangî şîrketan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Heke hûn di bin navê pêdiviya elementên wek xîz û kevir serî lê bidin jî divê hûn bizanin ka hûn kîjan bîra çandê ji holê radikin û çavakaniya debara gel tune dikin. Divê ev projeye li gorî çand, ajalkarî, sosyoloji û tenduristiyê bên qebûlkirin. Em ê li dijî her cureyên qanûnên ku bêyî kontrol midaxileyê ax, pêşeroj û debara me dikin rawestin. Ji vir û şûn de jî em ê bi hevre têkoşîna xwe bidomînin.”   Daxuyanî bi çepikan ve bi dawî bû.