Ji Erdogan daxuyaniya 'pêvajoyê': Em bi baldar dixebitin 2025-07-05 14:27:48   ENQERE - Tayyîp Erdogan, ragihand ku ew ê di nava hefteya bê de bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re hevdîtinê bike. Erdogan ku berê xwe da CHP'ê, got: "Ez bim bila rêveberên CHP'ê sebir bikin û li benda biryarên daraza serbixwe bisekinin."    Serokkomarê AKP'î Recep Tayyîp Erdogan, di vegera ji Azerbêcanê de ku beşdarî Lûtketa 17'emîn a Teşkîlata Hevkariya Aboriyê bû, di balafirê de pirsen rojnamevanan bersivand.    Erdogan ragihand ku ew ê di nava hefteya bê de bi endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan û Mithat Sancar ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM PArtî) re hevdîtinê bike. Erdogan anî ziman ku dê Wekîlê Serokê Giştî Efkan Ala û Serokê MÎT'ê İbrahim Kalin jî beşdarî hevdîtinê bibin.    Erdogan anî ziman ku ger PKK biryara xwe ya çekdanînê bilezîne dê pêvajo bi lez pêş bikeve. Erdogan got: "Saziyên me yên têkildar bi baldar her gavê û pêngavê dişopînin û gavên pêwîst diavêjin. Em nikarin vê pêvajoyê di wiha bihêlin, em ê rê nedin provakasyonan. Em bi baldar dixebitin û gavên pêbawer pêş ve diçin."    GEŞEDANÊN LI SÛRIYEYÊ   Erdogan têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û rakirina mueyîdeyan ji aliyê DYA'yê ve jî bersivandin û got: "Yekpareyiya axa Sûriyeyê ji bo me pir girîng e. Ji bo parastina ewlehiya sînorên xwe û bidawîkirina bêîstikrariya li Sûriyeyê me bi tevgerên wekî Mertalê Firatê, Şaxa Zeytûnê û Kaniya Aştiyê li qadê pozîsyoneke kartêker girt. Tekane xwediyê çavkanî, derfet û potansiyelên Sûriyeyê, gelê Sûriyeyê ye. Em dikarin li bakurê Sûriyeyê modelên wekî herêmên bazirganiya serbest, binkeyên lojîstîkê û bazarên sînor pêk bînin. Gava me ev kir, me hemû xetên xwe yên sor bi eşkere destnîşan kirin. Em rewakirian rêxistinên terorê yan jî berdewamên wan qebûl bikin. Ji bo li xaka Sûriyeyê terör bi temamî bêbandor bimîne û hemû çeken xwe deyne û li tevahiya Sûriyeyê tenê artêşa Sûriyeyês erdest be, ji destê me çi bê em ê bikin. Li Sûriyeyê aramî û îstiqrareke mayinde ji bo mifha me ye jî. Kesên hewl bidin vê xera bikin, dê li pêşber xwe Tirkiyeyê bibinin. Em Tirkiye, em ê li aliyê pêşketina aborî cih bigirin û firsendan binirxînin. Di vê pêvajoyê de em ê berjewendiyên xwe yên leşkerî, dîrplomatîk û aborî esas bigirin û em ê destkeftiyên xwe yên li qadê li ser maseyê zede bikin."    'LI BENDA BIRYARÊN DARAZA SERBIXWE BISEKIN'   Erdogan ji bo pirseke têkildarî CHP'ê jî got: "Siyaseta CHP'ê êdî siyaseteke bê beramber e. Pûtên ferasetê yên bi destê xwe li ser medyaya sanal çêkirin, yek bi yek hildiweşin. Difikirîn ku wê aqilê mirovan bi feraset û manîpulasyonên curbicur bi rê ve bibin, lê gelê me vê lîstikên qirêj ferq kirin. Welatiyên min dizanin ku çalakiyên li kuçeyan tenê xizmeta dabeşker û darbekaran dikin. Ez bim bila rêveberên CHP'ê sebir bikin û li benda biryarên daraza serbixwe bisekinin."