Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe 2025-07-02 11:28:27 ANTALYA - Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê giran dibe. TUAY-DER û malbatan xwesetin girtiyên nexweş bên berdan.   Li girtîgehên Antalyayê bi dehan girtiyên nexweş tên ragirtin û xetereyeke mezin li ser jiyana wan heye. Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Antalyayê (Antalya TUAY-DER) têkildarî mijarê banga hestiyariyê kir.    Hevseroka Antalya TUHAY-DER’ê Nazîme Bayhan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got ku girtiyên nexweş ên li girtîgehên Antalyayê her ku diçe bêhtir terkî mirinê tên kirin. Nazîme Bayhan, da zanîn ku bi taybet jî rewşa Devrîm Ayik, Burhan Guneş, Abdulhamît Ozdemîr û Neslîhan Çetîn gelek giran e û wiha domand: “Em hewl didin rewşa girtiyên nexweş bikin rojev û parêzerên me her tim tên û diçin. Tevî vê jî mercên wan nayên başkirin. Bi taybet jî rewşa Neslîhan Çetînê gelek xerab e û rewşa wê gelek giran bûye. Zêdetirî 10 nexweşiyên Burhan Guneş hene. Tevî hewldanên ji bo berdana girtiyên nexweş jî mercên wan nayên başkirin. Heke dewlet di vê pêvajoyê de jidil be, bila sererastkirinan bike. Em hêviya xwe winda nakin û têkoşîna xwe didomînin. Bila kesek bêdeng nemîne û her kes li ber xwe bide.”    NEXWEŞIYÊN ALERJÎK   Hunermendê Kurd Axîn Biro (Îbrahîm Ertaş) ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin, nexweşiya wî ya şekirê heye û ji ber avhewaya Antalyayê gelek nexweşiyên alerjîk lê peyda bûne. Keça Ertaş, Sarya Ertaş jî tiştên li Amedê jiyayîn vegot û anî ziman ku tevî daxwaza sewqkirinê jî heta niha daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Sarya Ertaşê got: “Mercên girtîgehê ji bo tedawiya bavê min têr nakin. Tevî bendewariyan jî li girtîgehan heta niha tu pêşketineke şênber çênebûye. Lê gava ewil a vê pêvajoyê diviyabû ji bo girtiyên nexweşiya wan giran bihata avêtin.”    BANGA TEHLIYEYÊ   Neslîhan Çetîn jî li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê tê ragirtin û rewşa wê ya tenduristiyê giran e. Neslîhan Çetîn, piştî tedawiya guatra jehrî, di sala 2021’ê de toşpiyên wê yên tîrodê hatin derxistin û neçar ma ku di tevahiya jiyana xwe de êdî dermanên hormonê bi kar bîne. Halîfe Çetîn, anî ziman ku pirsgirêkên cidî yên keça wê hene û wiha got: “Ragirtina wê ya di girtîgehê de binpêkirina mafê jiyanê ye. Em li Mûşê dijîn. Ji ber ku nikarin her dem biçin wê derê, em hefteyê carekê li ser telefonê pê re diaxivin. Bi rastî jî di vê rewşê de em ji tu tiştekî bawer nakin. Ewqas hevdîtin tên kirin lê tevî vê jî tu pêşketin nînin. Di vê mijarê de baweriya me bi dewletê nayê. Weke malbat tu tiştek ji destê me nayê. Me daxwaz kir ku bişînin cihekî nêzî Mûşê lê qebûl nakin. Weke dayik û bavê wê em kal in û nikarin biçin wir. Lê daxwaza me qebûl nakin. Em dixwazin mercên wan bên başkirin, bên tedawîkirin û berdan.”