Bîranîna Komkujiya Madimakê: Divê komîsyon were avakirin û lêborîn bê xwestin 2025-07-02 11:21:08 SÊWAZ - Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayin ji hêla bi hezaran kesan ve hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got: “Divê li parlamentoyê komîsyoneke pêvajoyê dişopîne were avakirin. Ev komîsyon divê bi awayekî fermî lêborînê bixwaze.”   Ji bo 33 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên 32 sal berê li Hotêla Madimakê ya Sêwasê hatin şewitandin û qetilkirin, bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, bi pêşengtiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) tê lidarxistin û bi hezaran kes tev li bûn. Bi hezaran kesan, wêneyên 33 rewşenbîran hilgirtin û ji pêşiya Komeleyên Haci Bektaşî Velî heta pêşiya Hotêla Madimakê meş li dar xist. Beşdaran, qurnefîl danîn pêşiya hotêlê û ji bo bîranîna kesên hatine qetilkirin, semah gerandin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz û nûnerên rêxistinên Elewiyan jî tev li bîranînê bûn.    'TIŞTA DIXWESTIN LI MADIMAKÊ BIŞEWITÎNIN PÊKVEJIYAN BÛ’    Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Canên me yên hêja ku bi tembûr, gotin û semaha xwe li Sêwazê hatin gel hev, bi zindî hatin şewitandin. Li wir ne tenê mirov, xwestin pêkvejiyanê jî bişewitînin. Mixabin canên Elewî li erdnîgariya Tirkiyeyê li Koçgiriyê, li Dêrsimê, li Çorumê û li Gaziyê hatin qetilkirin. Divê birînên ji ber van êşan çêbûyîn bên dermankirin. Lê ev tenê bi gotinê nabe, divê pratîk hebe. Divê bi dilwêrekî bi van rûpelên tarî yên dîrokê re hevrû bibin. Bila bi dilwêrekî li parlamentoyê komîsyoneke pêvajoyê dişopîne bê avakirin. Ev komîsyon jî bila ji bo hemû komkujiyên hatine kirin, bi awayekî fermî lêborînê bixwaze û bikare bi heqîqetê re hevrû bibe.”    BANGA LI SER BINGEHA HEMWELATIYA WEKKHEV    Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari got ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijîn hatiye kirin. Her wiha Tulay Hatîmogûllariyê bertek nîşanî êrişa li dijî avahiya Kovara Lemanê da û got ku ew vê provokasyonê qebûl nakin.    ‘BILA HOTÊLA MADIMAKÊ BIBE MUZEYA ŞERMÊ’    Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku di demeke qala aştiyê tê kirin de divê hemû gel û bawerî wekhev bên qebûlkirin û got: “Hewceye di çarçoveya lihevkirineke civakî de di qanûnan de sererastkirinên çêbibin û bikevin meriyetê. Me gelek êş kişandin. Elewî hatin qetilkirin, cudahî tune hatin hesibandin û nasnameyên cuda li derve hatin hiştin. Em careke din dibêjin ku werin em bibin dermanê van êşan. Werin di hêla yasayî û civakî de em bi hev re gavên şênber biavêjin. Divê hevrûbûneke heqîqî bi Komkujiya Madimakê re bibe û lêborîn were xwestin. Werin em Hotêla Madimakê bikin muzeya şermê. Ez careke din tevahiya canên me yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê wan tu caran ji bîr nekin.”    ERÇE: EM Ê JI BÎR NEKIN    Serokê Giştî yê PSAKD’ê Cûma Erçe jî anî ziman ku bêyî hevrûbûnê edalet pêk nayê. Erçe, bi bîr xist ku di sala 30’emîn a komkujiyê de doza komkujiyê ber demborînê ketiye lê dê têkoşîna wan bidome. Erçe, axaftina xwe wiha qedand: “Ez spasiya hemû kesên keda wan di vê dozê de heye dikim ku heta îro anîn. Heta ku ev doz bi edaletê tacîdar nebe dê em ê nesekinin. Em careke din soz didin; em ê ji bîr nekin û vî welatî radestî tarîtiyê nekin.”    Bîranîn, bi dirûşma “Sêwazê ji bîr neke, nede jibîrkirin” bi dawî bû.