Piştî 31 salan bi sirûda ‘Herne Pêş’ hat pêşwazîkirin 2025-07-01 13:36:49 AGIRÎ - Ecevît Ozgul ku li Girtîgeha Tekîrdagê dihat ragirtin piştî 31 salan hate berdan. Ozgul, li gundê xwe bi sirûda “Herne Pêş” hate pêşwazîkirin.  Ecevît Ozgul ku li Girtîgeha Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 31 salan hate berdan. Ozgul, li Bazîd a Agiriyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Ozgul ku hefteyek berê ji Girtîgeha Tekîrdagê tehliye bûbû, îro gihişt warê xwe Bazîdê. Ozgul, di têketina navçeyê de bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin û bi konveyeke wesayîtan derbasî gundê xwe Dizeyê bû. Ozgul, li pêşiya mala xwe ya li gund ji hêla ciwanan ve bi sirûda “Herne Pêş” hate pêşwazîkirin. Ozgul, di vê navberê de kêliyên hestiyar jiya.     Welatiyên ku li ber dahol û zirneyê govend gerand, bi çepik û tililiyan keyfxweşiya xwe nîşan dan. Ozgul, li vir axaftineke kin kir û got: “Piştî 31 salan, bi serbilindî vegerim nav gelê xwe. Em di destpêka pêvajoyeke nû de ne. Avakirina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji her tiştekî girîngtir e. Ji vir û şûnde çi bikeve ser milê me em amade ne bicih bînin.”