Dîroknas Ûlûgana: Çareserî ne rakirina Lozanê ye, çêkirina destûra bingehîn a demokratîk e 2025-05-23 11:52:14   STENBOL - Dîroknas Sedat Ûlûgana li ser nîqaşên têkildarî Peymana Lozanê nirxand û wiha got: "Bi rakirina Peymana Lozanê ve pirsgirêka Kurd çaraser nabe. Çareserî avakirina destûreke bingehîn a demokratîk û pirrengî ye."    Piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Abdullah Ocalan PKK'ê 12'emîn Kongreya xwe li dar xist. PKK'ê di biryarên kongreyê de got, "PKK, li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên pirsgirêka Kurd ku ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924'an derket holê, weke tevgera azadiyê ya gelê me di qonaxa dîrokî de derket holê." Hin komên neteweperest ku bi dijberiya xwe ya li dijî çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd tên naskirin, bi rêya van daxuyaniyan pêvajoya tê meşandin hedef girtin. Dîroknas Sedat Ûlûgana têkildarî nîqaşên der barê Peymana Lozanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ûlûgana diyar kir ku kemalîst Peymana Lozanê wek wergirtina tapuya Tirkiyeyê pênase dikin.   Ûlûgana anî ziman ku beriya îmzekirina Peymana Lozanê li Tirkiyeyê lihevkirinek pêk hatiye û wiha got: "Beriya Lozanê, di sala 1921'ê de bi Fransiyan re peymana Enqereyê hat îmzekirin. Piştre bi Mutarekeya Mûdanyayê ve lihevkirinek çêbû. Di encama van hevkirinan de çûn Lozanê. Lozan ne pêvajoyeke muzakereyê ya dîplomatîk bû ku jinûve dest pê nekir. Ew, bi tiştên di dîroka fermî da hatine vegotin ra hevrû nabe. Li wir behsa Kurdan nedihat kirin. Fransayî û Îngilîzan li Lozanê bi vê re eleqedar nebûn. Di wê demê de argûmana xurt a li aliyê Tirk ev bû: 'Em li ser navê Kurd û Tirkan li vir in'. Îsmet Paşa bi xwe jî vê yekê destnîşan dike. Axaftineke bi vî rengî ya vekirinê heye. Di nava vê konsensûsa navneteweyî de Kurd bê statu hatin hiştin. Girîngiya wê ya dîrokî ev e."   DU MIJARÊN GIRÎNG ÊN PEYMANA LOZANÊ YA JI BO TIRKIYEYÊ    Ûlûgana diyar kir ku du mijarên girîng ên Peymana Lozanê ji bo Tirkiyeyê hene û wiha axivî: "Ya yekemîn rakirina kapîtulasyonan bû. Bi Fransiyan re muzakereya vê kirin. Ji ber ku Li Tirkiyeyê gelek razemeniyên Fransiyan hebûn. Wê demê hemû binesaziya Osmanî di destê Fransiyan de bû. Ji Rejiya Tûtinê heta şebekeya elektrîkê ya li bajarên mezin, rêyên hesinî, tramvay, Banka Osmanî û bankayên mîna Crédit Lyonnais Îzmîr Bank paytextê Fransayê bûn. Konsolosxaneyên Fransayê jî xwedî avantajên aborî û siyasî bûn. Fransiyan nexwestin dev ji van berdin. Fransiyan wê ji Tirkiyeyê bipirsîya, 'Wê çi bê serê paytexta me? Împaratoriya Osmanî gelekî deyndarê me ye. Hûn bi dayîna vî deynî ve girêdayî ne?' Aliyê Tirk bi awayekî maqûl ev yek qebûl kir. Piştî ku Împaratoriya Osmanî hate parçekirin, gelek dewlet ava bûn. Van dewletan dê deynên Fransayê di nava xwe de parçe bikira. Mijareke din a bi Fransiyan re, xêzkirina sînorê Sûriyeyê bû. Îsmet Paşa dibêje ku di Peymana Enqereyê ya sala 1921’an de ev mijar axaftin. Ji Fransayê temînatê dixwaze. Fransa vê qebûl dike. Fransa jî zêde îtirazê li tiştekî din nake.   NÎQAŞA NAVBERA LORD CURZON Û ÎNONU   Ûlûgana bi bîr xist ku kesê ku konferansa Lozanê bi rê ve bir Lord Curzon bû ku di heman demê de nûnerê Îngiltereyê bû û wiha got: "Siyasetmedarekî xasûk e. Herî zêde wî Îsmet Paşa daye zorê. Ji ber sînorê Tirkiye û Iraqê pirsgirêka îngîlîzan heye. Aliyê Tirk tiştek balkêş dibêje û îdîa dike ku Mûsûl aydî wan e.  Li wê derê nifûseke zêde ya Kurd û Tirkmenan heye. Ji ber vê dixwaze Mûsûl bibe bajarekî Tirkiyeyê. Îsmet Paşa li wir dibêje ku Kurd miletek Turanî ne. Lord Curzon li dijî vê yekê ye û dibêje Kurd miletek Îranî ne. Îsmet Înonu dibêje ku ka referandûmekê çêbikin Kurd dixwazin ligel Tirkan bijîn an ligel Îngîlîzan. Lord Curzon dibêje ku Kurd vê fêm nakin û ew nizanin ku sindoqeke referandûmê çi ye. Îsmet Paşa hêrs dibe û dibêje; ‘Hûn nikarin heqaretê li birayên min ên Kurd bikin’, Bi vî rengî pêvajoyeke ku diyalogeke bi vî rengî ya durû çêdibe. Di esasê xwe de Kurd ne xema Tirkiyeyê ne û ne jî xema Îngîltereyê ne. Di encamê de Peymana Lozanê tê îmzekirin. Piştre dev ji Mûsûlê berdidin û Mûsûl ji îngîlîzan re tê hiştin. Bi vî rengî parçebûna Kurdistanê êdî teqez dibe.”    BERTEKA KURDAN A LI DIJÎ LOZANÊ   Ûlûgana destnîşan kir ku li gorî Kurdan pirsgirêk li Lozanê parçebûna Kurdistanê ye û Kurdên Bakurê Kurdistanê naxwazin Başûrê Kurdistanê ji Îngiltereyê re bê hiştin û wiha axivî: "Di meclîsê de nûnêrên Kurdan Hasan Hayrî Bey, Yusuf Ziya Bey û Hasan Siddik Haydarî di axaftinên xwe de Îsmet Paşa rexne dikin. Vê parçebûnê wek xiyanet dibînin. Wê demê Hasan Hayrî Bey, Yusuf Ziya Bey û Hasan Siddik Haydarî wisa bawer dikin ku dê dewlet bibe dewleta Tirk û Kurdan. Demek piştî Lozanê pratîkên sala 1924’an nîşan dide ku dewlet li ser esasê Tirkbûnê tê avakirin, li hemberî Kurdan êdî siyaseta înkar û îmhayê bêtîr xwe nîşan dide. Piştre meclîsa yekemîn tê betalkirin û meclîseke nû tê avakirin. Nûnerên ku weke 'nûnerên Kurdistanê' tên naskirin ku di parlementoya yekemîn de cih digirtin di wê meclîsê de cih nagirin. Hinek xwe vedikişin quncikên xwe, hinek jî bi peywirên siyasî ve mijûl dibin. Meseleya herî mezin ew e ku efserên Kurd ên di nava artêşê de xwe bi dizî bi rêxistin kirine, ku em ê piştre weke Komîteya Azadî bibînin. Di artêşa Rojhilat de Xalit Begê Cîbrî, Îhsan Nûrî Paşa, Ahmet Rasîmê Wanî, Celal Begê Mêrdînî û Tevtev Beg dest bi rêxistinkirina efserên Kurd dikin. Li gorî îdîayan hewldaneke leşkerî çêdibe lê ji ber şaş fêmkirinê ne di dema xwe de zûtirîn demê de tê çêkirin. Hewldanek çêdibe lê bi ser nakevin. Gelek tên înfazkirin û gelekên din jî direvin. Ji ber vê yekê, serdema piştî Lozanê, serdemeke tasfiyeyê ye.”   ‘MESELE LOZAN NÎN E DESTÛRA BÎNGEHAN A DEMOKRATÎK E’   Ûlûgana diyar kir ku ya gelê Kurd sînordar dike ne Peymana Lozanê bi xwe ye û wiha got: "Ya ku Kurdan sînordar dike, xebatên navxweyî yên dewletê ne. Ya yekem betalkirina parlementoyê ye. Ya duyemîn jî, cewhera nedemokratîk a destûra bingehîn a di sala 1924'an de hatiye çêkirin e. Ya ku divê were kirin, destûreke beriya Lozanê ye. Ew jî netemam e. Meseleya ku îro gelê Kurd heye, bendewariya ku delegasyona Tirk biçe Lozanê wê mafê Kurdan biparêze ye. Dema em li roja îro dinêrin, bi rastî jî em heman pêvajoyê bi dewletê re didin jiyîn. Ya rast, bi taybetî di çarçoveya Rojhilata Navîn de, di heman demê de nexşeyeke siyasî û leşkerî ya bi vî rengî ya kaotîk heye, gelo wê Amerîka, Îsraîl an jî dewleteke din a Ewropayê mafên gelê Kurd biparêze? Ev jî tiştekî wiha ye ku nakokiya di navbera gelan de kûrtir dike. Ya jî dewleta Tirk wê bi Kurdên ku bi wan re komar ava kir re destûreke nû ya demokratîk amade bike, hiqûqa biratiyê binivîsîne û biratiya rasteqîn ava bike? Çareseriya pirsgirêka Kurd ne rakirina Lozanê ye. Ya ku pirsgirêka Kurd çareser bike, demokrasî ye.”   MA / Melîk Çelîk