Hestiyên ku li Licê hatine dîtin: Lêkolîneke hiqûqî nehat kirin 2025-05-21 13:22:06   AMED - Serokê Şaxa OHD’a Amedê Mûhîttîn Mûgûç, ragihand ku der barê hestiyên li Licê hatine dîtin de lêkolîneke hiqûqî nehatiye kirin û piştî belavbûna bûyerê malbatan serî li wan dane.    Di 10’ê Gulanê de li gundê Işiktan a girêdayî taxa Dêrqamê ya navçeya Licê ya Amedê, hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin. Malbatan der barê hestiyan de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê dan. Şandeyeke ji 3 saziyan pêk dihat, di 15’ê Gulanê de li herêmê lêkolîn kir. Saziyan, piştî lêkolînê di 16’ê Gulanê de ji bo keşfê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dan. OHD, ÎHD, Baroya Amedê, Tîma Vekolîna Cihê Buyerê ya Cendirmeyan, Gerînendeya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî di 17’ê Gulanê de li herêmê lêkolîn kirin.    Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Mûhîttîn Mûgûç ku beşdarî lêkolînê bûbû, diyar kir ku li ser serlêdana welatiyan wêneyê cihê hestî lêhatine dîtin kişandine û piştre serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. Mûgûç, destnîşan kir ku di 17’ê Gulanê saet di 9:30-10:00'ê de çûne herêmê û wiha got: “Me di serî de îtîraz kir da ku pisporek tiba edlî û ji Dozgeriya Licê dozgerek beşdar bibe. Lê ji me re gotin dê tenê Vekolîna Cihê Buyerê beşdar bibe. Me jî der barê vê yeke de zabitnameyek nivisî."    'BI MAKÎNEYA KAR VEKOLANDIN’   Mûgûç, destnîşan kir ku Vekolîna Cihê Buyerê ji dozgeriyê destûra kolandina bi makîneyên kar stendibû û ev yek ne hiqûqî ye û rexmê vê yekê kolandin bi makîneya kar ve despêkirî û Mûgûç wiha axivî: “Di despêkê de li ber lingê cenaze kevir hebû. Piştî ew kevir hate wergirtin me daxwaza kolandina aliyê dîtir jî kir. Tîma Vekolandina Cihê Buyerê ev daxwaz pêkanî. Piştre kiloxeke dîtir û yek perçe bi midaxeleya kemçê ve bû çar yan jî pênç perçe. Me di cî de îttîraz kir. Piştî peywendiya bi dozger re kolandin hate rawestin. Dozger, agahî da Gerînendeya Parastina Hebûnên Xwezayî û Çandî, ji me re ragihandin îxtîmal heye ku ew der qada sîtê be û ji ber nebûna agahiyek teknîkî divê em li benda wan bimînin. Piştî 3-4 saetan ji gerînendeyê hatin û lêlokîn kirin. Gerînendeyê, ji me re gotin ku nîşaneyek an şopek nedîtîne û tiştekî ew bikin nîne û ji wir çûn.”    Mûgûç, diyar kir ku piştî çûyîna şandeyê daxwaz kirine ji bo rawestandina kolandinê û li ser daxwaza wan kolandin hatiye rawestandin, cihê hatibû vedan sere wê hatiye girtin û ji cihê bûyerê çûne.     ‘HESTIYÊN HATIBÛN DÎTIN, HATIN HLGIRTIN'   Mûgûç, daxuyand ku di encama kolandinê de dîtine ku li ber serî û lingê cenazeyê kevir hebûye û wiha pê de çû: “Em dikarin tekez bibêjin ku spartineke asayî bû. Lê li ser şekle mirinê û sedema wê mixabin niha em nikarin tiştekî bibêjin. Di encama xebata Tîma Vekolandina Cihê Bûyerê de hestiyên cenaze hatin komkirin. Bi haweyeke rêkûpêk ew hestî hatin hilgirtin. Amadekariya gorê bi awayeke asayî bû û ji ber hebûna îxtîmala ku hestî dîrokî bin ji bo ATK’ê hatin şandin. Hêzên ewlehiyê, li gorî bersiva Tiba Edlî dê rojên pêş de ji bo berfirehkirin an girtina lêpirsînê biryar bidin."    Mûgûç, bal kişand ser wextê kolandin û lêkolînê û da zanîn ku li ser biryara dozgeriyê destûra kişandina wêneyan nehatiye dayîn û li ser daxwaza dozger xwestine telefonê wan jî binêrin lê wan destûr nedane.     ‘ME GOT BI HESASIYET NÊZ BIBIN’   Mûgûç, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê em ya herî xirab bifikirin. Li vê erdnîgariyê gorên kiryarnediyar û gorên komî zêde hene lewma me got hesas nêz bibin. Ya herî kêm hewce bû bi dedektoran lêbgerînek bikirana. Di encama mirineke ne asayî de îxtîmal heye ku ji aliyê hinekan ve hatibe kuştinê jî. Divê em van îxtîmalan jî bifikirin. Dibe ku gule yan tiştekî dîtir bê dîtin. Li gel vê yeke kolandina bi makîneyên kar li gorî rêgezên hiqûqî yê gerdûnê ne hiqûqî ye."   SERLÊDANA OHD, ÎHD Û BAROYÊ   Mûgûç, ragihand ku piştî weşandina nûçeyên li ser dîtîna hestiyan malbatekî serî li OHD, ÎHD û Baroya Amedê dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di vê pêvajoyê de qala aştiya civakî dikin. Ji bo avakirina aştiya civakî ji her aliye ve pêdivî bi guhertinê heye. Destpêka vê yeke jî hevrûbûn e. Welatiyên ku windayên wan hene divê hewldan û keda ji bo windayên wan tê kirin hîs bikin. Aştiya civakî helbet dê wiha bê. Ger îro em hevrûbûnek ji bo kesên windayên wan çêbûne pêk neyînin, ji bo derketina rastiyan tiştên pêwîst nekin, îxtîmala aştiya wan malbatan bi civakê re dê kêm be. Ev rewş jî nîşan dide ku ev mijar çiqas girîng e.”   MA / Rûkiye Payîz Adiguzel