Yîgîter ê rastî êrişa çekdarî hat: Rewşa min baş e 2025-05-21 11:47:20   ENQERE - Akademîsyen Cenk Yîgîter ku duh rastî êrişa çekdarî hat, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ragihand ku rewşa wî baş e.    Akademîsyenê Aştiyê Cenk Yîgîter ku duh li pêşiya mala xwe ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê rastî êrişa çekdarî hat û li Nexweşxaneya Îbnî Sînayê li beşa lênihêrîna awarte dihat dermankirin, têkildarî rewşa xwe daxuyanî da. Yîgîter, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê got ku rewşa wî baş e.     Yîgîter, di parvekirina xwe de wiha got: “Hevalno ez baş im, tu rewşeke krîtîk tune ye. Destê tetîkkêş sivik bû, tenê birîna ketin û derketinê heye, tenê ev e. Bila ev alçaxe qet xem nekin, em ê li pişt ve li wan nexin. Li gel hezkirin û silavan.”    Yîtîter, ji ber tevdîr û çavdêriyê li beşa lênihêrîna awarte tê sekinandin.