Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî 2025-05-12 12:18:44   AMED- Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk damezirandina xwe ragihand. Hevberdevkê Însîyatîfê Mehmet Kamaç diyar kir ku dê însiyatîf bibe bingeha neteweyî ya kurd.   Duh li Amedê nûnerên partiyên kurdistanî, saziyên civakî û demokratîk, rewşenbîr û rêberên olî civiyan û îlana damezirandina Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk kir. Însiyatîf ji 301 delege û 35 endamên desteya rêvebir pêk tê, parlamenterê DEM Partî yê Amedê Mehmet Kamaç û parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wek hevberdevk hatin hilbijartin.    Hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Memet Kamaç ji Ajansa Mezpotamyayê re axivî û got ev salek e amadekariyê dikin û ji bo vê yeke gelek hevdîtin pêk anîn. Kamaç diyar kir ku, di van hevdîtinan de gihîştin encamek ku xebateke dîrokî û wiha axivî: “Her kes dizane îro rewşa ku Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê tê de ye ji bo gele kurd wateya Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk dîrokî ye. Ji bo vê yekê hinek pêşniyar hatin kirin. Em kêmasiyên însiyatîfê û beşdarnebûna hinek partiyan dibînin lê ev destpêkek e. Ji vê şûnde jî j bo pêşketinê û tevlêbûna kesên dîtir em ê bixebitin.”   ‘DÊ XEBATA NETEWEYÎ BIDOME’   Kamaç îfade kir ku dê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk xebata xwe ya neteweyî bidomîne û wiha got: “Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo armancên neteweyî hate damezirandin û ji bo vê armancê dê xebatên xwe bidomîne. Di nava însiyatîfê de 31 delegasyon hene, ji partî, komên olî, rêxistin û saziyên sivîl, ji seydayan, akademîsyenan, rewşenbîran, ji dayikên aştiyê û ji ciwanan gelek delegasyon di nav de hene. Sekreteriya wê di nava 301 delegasonî de ji 31 kesan pêk tê. Hevberdevkiyê ve tê temsilkirin. Di nava sekreteryayê de partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, komên olî nûnertiya xwe diyar kirî nûnertiya xwe hilbijart. Li gorî pêdiviyê dibe ku hejmara sekreterya zêdetir bibe. Li gorî rêziknameya damezirandinê û bernameyê dibe bê berfirehkirin.”   ‘SÎWANEYA HEMÛ AL Û ÊLAN E’   Kamaç qala armancên însiyatîfê kir û wiha got: “Dê sekreterya însiyatîfê bi civînên li gorî ruhê demê û li gorî rewşa aktuel helwesta xwe nişan bide. Dê têkiliya wê bi her kesên ku xwe birêve dibe re hebe û periyoda xwe li gorî beşdariya her kesî ava bike. Armanc dike ji bo ferq û cudahiyên din ava civakê de bo armanceke hevpar bîne ba hev û wan di bine sîwanekî de bicivîne. Û di vê çerçovê de dê panel, konferans, komxebat carîna jî mitîngan saz bike. Însiyatîf ji bo ferq û cudahiyan sîwane ye.”   ‘BANGA BEŞDARBÛNÊ’   Kamaç diyar kir ku Rohilata Navîn û Tirkiye di rewşeke krîtîk de derbas dibe û wiha got “Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê di rojevê de ye. Li Tirkiyeyê ji bo aştiyê gavên gelek girîng tên avêtin, nexasim banga rêzdar Ocalan a 27’ê Sibatê. Di 5-7 Gulanê de Kogreya PKK’ê pêk hat. Di pêvajoyeke wiha de em bangî civakê dikin. Em bang dikin û dibêjin beyî ku tu ferqek bixin nava ziman, îdeolojî, helwesta wan a siyasî û nasnameya wan beşdarî Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk bibin û ji bo me bibin hêz û ji bo pêşxistinê her kes rola xwe bi cih bîne.”