Serdanên ji bo şîna Onder dest pê kirin 2025-05-05 11:36:59 STENBOL - Serdanên ji bo şîna Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku li Stenbolê hatiye danîn, dest pê kirin.   Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder di 3’yê Gulanê de li Stenbolê li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Onder, duh bi tevlibûna deh hezaran kesan hate definkirin. Ji bo Onder, li Navenda Pêşandeyan a Cemal Reşît Rey a li Şîşliyê şîn hate danîn. Li eywana şîn lê hatiye danîn wêneyê Onder hate daliqandin.    Malbata Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û gelek partiyî li cihê şînê ziyaretvanan pêşwazî dikin.    ALÎ BABACAN HATE SERDANA ŞÎNÊ    Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan û wekîlê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen ji ewil hatin serdana şînê. Babacan û şandeya pê re sersaxî xwestin.