Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e 2025-05-01 15:44:39   STENBOL - Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê di mitînga 1’ê Gulanê ya li Stenbolê de gotin: “Aştî û civaka demokratîk, tenê bi têkoşîna yekbûyî ya çîna karker û bindestan pêkan e.”    Li Qada Rihtimê ya navçeya Kadikoy a Stenbolê mitînga 1’ê Gulanê Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşînê ya Navneteweyî tê lidarxistin. Mitîng, bi pêşengtiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê bi dirûşma “Ji bo ked, aştî, demokrasî û edaletê em ê bi ser kevin” tê lidarxistin. Bi deh hezaran kedkar tev li mitîngê bûn.    'BERXWEDÊR LI CEM HEV IN’   Tevî barînê jî coşeke mezin li qadê heye. Di mitîngê de metna hevpar a Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê hate xwendin. Kurdiya metnê ji hêla Ayşe Aksoy ve hate xwendin. Ayşe Aksoy bi lêv kir ku têkoşîna wekheviya karker û hemû azadîxwazan berdewam dike û got ku aştî û civakeke demokratîk tenê bi têkoşîna hevpar a çîna karkeran û hemû bindestan pêkan e. Ayşe Aksoy wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên şer, dijminatiya bi neteweperestiyê gurrkirî û rejîmên zext û zordarîyê ku îradeya gelan tune dihesibînin, li dijî van hemûyan, em jiyaneke bi hev re, azad, wekhev û li ser xwişk û biratiyê avabûyî diparêzin. Têkoşîna me ji bo civakeke demokratîk e ku tê de hemû kes bikarin bi nasname, bawerî û çanda xwe bi awayekî azad bijîn, tê de şer û mêtingerî nebe; berevajiyê vê, hevgirtin û edalet lê serwer be. Em weke kesên ku li vê meydanê hatine cem hev dizanin ku hêza me ya rêxistinkirî temînata aştî û demokrasiyê ye; em pişta xwe didin vê hêza xwe û em bang li hemû gelan dikin ku werin û em bi hev re vê siberoja hevpar ava bikin.”   Piştî axaftinan Koma Munzur li ser dikê û stran gotin.