Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike 2025-04-29 12:45:29 ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku divê mafên ragihandin û xebatê yên azad ên Abdullah Ocalan bên dayin û got: “Em bang li îktîdarê dikin ku guh bide banga aştiyê ya gel û ji bo çareseriyê îradeyeke şênber û pêbawer raber bike.” Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û got: “Me hêviya xwe winda nekir, dê winda nekin. Em tevek li benda te ne.”    BERTEK NÎŞANÎ GIRTINAN DA   Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser erdhejên li Stenbolê û got ku wan careke din dîtine ku bi milyonan kes li dijî erdhejê bêparastin in. Tulay Hatîmogûllari, got ku îktîdara rêveberên Stenbolê girtî, bajar felc kiriye. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku tevî karesatek li ber deriyê jî îktîdar tevdîran nagire û got: “Edhej, rastiyeke xwezayê ye lê negirtina tevdîran û xemsarî cînayet e. Milyonan kes bi zor û zehmet ji karesateke mezin rizgar bûn lê çav û guhê îktîdarê li ser prjeya Kanal Stenbolê ye. Divê tavilê dev ji vê projeyê berdin.”    DERIYÊ SERDEMEKE NÛ VEKIR    Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Deriyê serdemeke nû vekir. Ev bang, banga mezinkirina ked, aştî û demokrasiyê ye. Ji bo kedkaran aştî, biqasî kedê jiyanî ye. Ked bi aştiyê dikare bêhnê bistîne, aştî jî bi kedê. Bêyî aştiyê refah nabe. Divê çavkanî ne ji bo şer, ji bo jiyaneke însanî bên xerckirin. Divê keda rêxistinkirî bi aştiyê were xurtkirin. Em îsal hem li bajarên Kurdan hem jî li rojava bi awayekî xurt amadekariyên 1’ê Gulanê dikin. Em dizanin ku têkoşîn azadiyê ya gelê Kurd, ji bo têkoşîna kedê ya karkeran e. Ji bo ked, aştî û azadiyê em bang li hemû kedkar û gelan dikin ku dakevin qadên 1’ê Gulanê. Li dijî zem, bihabûn, xizanî, şer û kedxwariyê em ê bi hev re li qadan bin.”     ‘EM QADAN TIJE BIKIN’   Tulay Hatîmogûllari, wêneyê Diyar Kîşoglû yê 16 salî ku di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest dayî bertek nîşan da. Tulay Hatîmogûllari, got ku di nava 3 mehan de herî kêm 450 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane û got: “Di 20 salên îktîdara AKP’ê de herî kêm 35 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Lewma divê em xwe birêxistin bikin û bêhtir têbikoşin.” Tulay Hatîmogûllari, bang li hemû karker, kedkar, jin, ciwan û gelan kir ku qadên 1’ê Gulanê tije bikin.    BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA   Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî biçavkirinên îro yên li Stenbolê jî da û got ku xwest binçavkirî tavilê bên berdan.    ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVE’   Tulay Hatîmogûllari, di berdewamê de qala pêvajoyê kir û got: “Daxwaza gelên me ya ji bo aştî û demokrasiyê her ku diçe mezintir dibe. Ev jî hêviya me mezin dike. Em jî ji 10’ê Nîsanê heta niha hem hevdîtinên siyasî hem jî bi gel re dikin. Di vê çarçoveyê de tax bi tax, bajar bi bajar hevdîtinan dikin. Em ê mal bi mal bigerin û li pêşniyar,i hêvî û rexneyên wan guhdarî bikin. Divê her kes xwedî li vê pêvajoyê derkeve.    EM KONFERANSA YEKRÊZIYA KURDÎ SILAV DIKIN    Gelê Kurd d 27’ê Nîsanê de li Qamişloyê Konferansa Neteweyî ya Kurd li dar xist ku ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn gelek girîng e. Vê konferansê, hêviya pêşerojeke demokratîk ava kir. Ev xebat ji bo me gelek biqedr e. Hêvîdarin bibe wesîleya aştiya gelên Sûriye û Rojhilata Navîn. Em ji vir silav û hezkirinên xwe ji wan re dişînin.  ,   DIVÊ MUXALEFET LI DERVE NEYÊ HIŞTIN   Aştî û civaka demokratîk, bi rêzgirtina îradeya siyasî ya her kesî dibe. Hewldana tunekirina îradeya gel, zirareke mezin dide pêvajoya aştiyê. Tunekirina hêviya pêşeroja demokratîk e. Divê çareserî bi lihevkirineke herî berfireh çêbibe. Divê muxalefet li derveyî mutebeqetê neyê hiştin.    EM AŞTIYÊ BI HIQÛQÊ AVA BIKIN   Heke li derveyî vê pêvajoyê bên hiştin û gavên mîna berê bên avêtin, ev pêvajo dê têk biçe. Mafê siyasetê jî temînata aştiyê jî hiqûq e, demokratîbûn e. Werin em aştiyê bi hiqûqê ava bikin. Hêviya civakê ya ji hevdîtinan pir mezin e.    ME DAXWAZ BI AŞKERAYÎ ANÎN ZIMAN    Di hevdîtina bi Wezareta Dadê re de me ji bo avakirina zemînê çareseriyê, pêşniyar û hêviyên gel parve kirin. Di serî mafên ragihandin û mercên xebatê yên azad ên birêz Abdullah Ocalan, me gavên divê bên avêtin jê re ragihandin. Êdî di vê mijarê de berpirsyartî ya îktîdarê ye. Em li bendê ne ku li gorî vê gavan biavêjin. Ji bo çareseriya demokratîk, raberkirina îradeya siyasî mecbûriyet e. Nîşandana îradeya siyasî jî karê cisaretê ye û nîşaneya dilsoziya bi demokratîkbûnê re ye. Lewma jî divê îktîdar guh bide daxwaza aştiyê ya gel û ji bo çareseriyê, îradeyeke şênber û pêbawer raber bike. Weke DEM Partiyê em ji bo aştî û çareseriyê di nava seferberiyeke topyekûn de ne. Em kedê didin. Ji ber ku em ji aştiyê bawerin.”