ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene 2025-04-28 12:34:09 AMED - Li gorî rapora nû ya ÎHD’ê; li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê tespît û pêşniyarên xwe jî aşkera kir û xwest girtiyên nexweş bên berdan.  Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Şaxa Amedê “Rapora girtiyên nexweş” aşkera kir. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban axivî.    Kuçukbalaban, diyar kir ku Wezareta Dadgê ditirse daneyên têkildarî girtiyên nexweş parve bike lewma daneyên ÎHD parve dike daneyên nû û girîng in. Kuçukbalaban, wiha got: “Li vî welatî mafên mirovan ên sereke herî zêde li girtîgehan tên binpêkirin.”    BANGA ABDULLAH OCALAN    Kuçukbalaban, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em vê pêvajoyê bi keyfxweşî pêşwazî dikin. Hinek pirsgirêkên sereke, pirsgirêkên mafên mirovan û texrîbatên meseleya Kurd bi xwe re anîn hene. Ji bo ev texrîbat ji holê bên rakirin, Abdullah Ocalan bangek kir. Ji wê rojê heta niha jî em û tevahiya raya giştî li benda helwesta dewletê ne lê heta niha jî nexşerêyek nehatiye aşkerakirin. Hinek daxuyanî hatin dayin. Çendek berê şandeya DEM Partiyê bi Wezareta Dadê re hevdîtin kir. Em dizanin ku di vê hevdîtinê de li ser gavên qanûnî jî hatiye axaftin. Girîngtirîn gava qanûnî ew e ku girtiyên nexweş tavilê bên berdan û bigihijin mafê xwe yê tenduristiyê.”    BANGA JI BO GAVÊN TÊKILDARÎ ‘MAFÊ HÊVIYÊ’    Di berdewamê de Kuçukbalaban bal kişand ser “Mafê hêviyê” û got ku hewceye di vê mijarê de tavilê gav bên avêtin. Kuçukbalaban, hêvî kir ku rapora wan di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bibe rêberek û xwest ji ewil girtiyên nexweş bên berdan. Kuçukbalaban, wiha domand: “Şertên aştiyê nabin. Şertê demokrasiyê nabe. Bêguman berdana çekan û bidawîbûna tundiyê girîng e lê ji bo vê divê dewlet gavên pêbawer biavêje û operasyonan bide sekinandin. Heta ku binpêkirina mafê jiyanê bidome, baweriya bi çareseriya pirsgirêka Kurd jî kêm dibe. Divê Wezareta Dadê ji bo daneyên me tavilê paketeke guhertinê bîne Meclisê. Divê girtiyên nexweş û ‘Mafê hêviyê’ jî tê de cih bigire.”    Rêvebera Navenda Giştî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen û Endamê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yûsûf Erdogan rapor xwendin. Di raporê de agahiyên hatine ber destê ÎHD’ê, hevdîtinên parêzeran ên bi miwekîlan re, serlêdanên malbat û xizmên girtiyan û tespîtên di dema hevdîtinên li girtîgehan de cih girtin. Di raporê de hate bibîrxistin ku li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan; ji 7’ê Nîsana 2025’an ve li Tirkiyeyê di 395 girtîgehan de bi giştî 403 hezar û 60 girtî û hikûmxar hene.    HEZAR Û 412 GIRTIYÊN NEXWEŞ HENE   Bi domdarî di raporê de hate gotin ku agahiyên der heqê rewşa tenduristiyê yên girtiyên nexweş de ji hêla bijîşkan ve hatine nirxandin. Hat ragihandin ku niha li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê 161 jê jin û hezar û 251 jê zilam bi giştî ehrî kêm 412 girtiyên nexweş hene. Rapor, wiha domiya: “Rewşa 335 girtiyan giran e. Ji van girtiyan 230 jê nikarin bi tena serê xwe bijîn, 105 jê pêdiviya wan bi alîkariyê heye, 188 jê ji ber nexweşiyên xwe divê her tim bin kontrolkirin. 515 girtî jî tevî nexweşiyên wan hatine diyarkirin jî ji ber ku daneyên ji bo nirxandinê tune ne û 2 girtî jî ji ber ku der heqê cureyê nexweşiya wan de agahî nînin, bi giştî 517 girtî jî ji ber ku der heqê wan de agahî nehatin bidestxistin, nehat tespîtkirin ka girtiyên rewşa wan giran in an na.”    230 GIRTIYÊN NIKARIN BI TENA SERÊ XWE BIJÎN    Di raporê de hate gotin ku 230 girtiyên nexweş ên nikarin bi tena serê xwe bijîn hene, pêdiviya 105’an bi alîkariyê heye, 188 girtiyên divê her tim bên kontrolkirin hene, 38 girtiyên divê bên emeliyetkirin, 21 jê divê bên tedawîkirin, 34 jê divê der heqê wan de teşhîs were kirin, 247 jê divê nexweşiya wan were şopandin, 8’an jê astengiya wan a ortopedîk heye, 23 jê çavên wan nabînin, 2 jê jî qet nabihîsin.      Di berdewama raporê de girtiyên nexweş li gorî cureyên nexweşiyên xwe bi hûr û kûr hatin vegotin.    TESPÎT   Di berdewama raporê de ev tespît hatin kirin:    “*Sewqên nexweşxaneyê bi wesayîtên veguhestinê yên yekkesî û ne li gorî rûmeta mirovahiyê de tên kirin û ev yek ji hêla mafê tenduristiyê ve rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Ev wesayît bi taybet jî ji bo girtiyên epîlepsî, bêhnkurt û hwd. û girtiyên nexweşiyên wan ên kronîk hene xetereke mezin e. Di wesayîtên rîngê de havînan klîma nayê vekirin û di zivistanê de jî tê kêmkirin. Her wiha hundirê wan pir qirêjî ye. Ev jî dike ku nexweşiyên girtiyan zêdetir bibin. Heta girtî diçin nexweşxaneyê û vedigerin girtîgehê bi saetan di hundirê van wesayîtan de tên ragirtin.    *Zexta kelemçekirina destan a di dema muayeneyê de û wergirtina cendirme û memûrên girtîgehê ya li odeya muayeneyê, binpêkirina mafê tenduristiyê ye.    *Di salên dawî de cendirme bi awayekî dijî rûmeta mirovahiyê, zexta lêgerîna nava dev li girtiyan ferz dikin û ji ber vê sepanê jî girtiyên nexweş naçin nexweşxaneyê.    *Girtiyên nexweş di dema xwe de nabin revîrê û sewq girtiyan a ji bo nexweşxaneyan jî bi heman piştre tên kirin.    *Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran jî di nav de, girtiyên nexweş bi nivînan ve tên kelemçekirin. Dema diranên girtiyan tên kişandin, xwîna wan tê girtin û di hemû muayeneyan de kelemçe ji destên wan nayên derxistin.    *Têkiliya mahrem a nexweş-bijîşk a li polîklînîkên nexweşxaneyê ji hêla leşkeran ve tê binpêkirin û nahêlin protokola tedawiyê ya bijîşkan bê cîbicîkirin.    *Qawîş û hucreyê girtina baş nayên germkirin û nayên hewadarkirin. Saetên hewşê tên bisînorkirin.    *Derfetên xwegihandina av û hewayê paqij ê girtiyan tê bisînorkirin. Ji ber ku ava şebekeyê paqij nîne, girtî neçar dimînin ku ava xwe ji kantînê bikirin. Girtiyên derfetên wan nînin jî ji neçarî ava qirêjî ya nebitendurist bi kar tînin.    *Bedela îaşeyê yên girtiyan kêm in, xwarin têr nakin û kêm in.    *Li hinek girtîgehan girtî li qawîşên pir qelebalix tên ragirtin. Ev jî bi xwe re pirsgirêkên tenduristiyê tîne. Ji ber ku baş nayên germkirin, ji hêl hîjyenê ve baş nînin û qadên taybet ên aydê şexan tune ne, gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne.    *Xwarinên li girtîgehan di firaqên plastîk de tên dayin û ji ber ku ev guncav nînin, nayê qebûlkirin firaqên fafon bidin girtiyan.    *Girtiyên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind dimînin, di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Hinek girtiyên nexweş û yên astengdar jî di odeyên yekkesî de tên ragirtin û ev jî bi xwe re binpêkirina mafê jiyanê tîne. Girtiyên li van girtîgehan tên ragirtin, ji neçarî cilên xwe li van odeyan dijîn û ziwa dikin. Di hundirê heman odeyê de hem serşok, hem daşir û hem jî qada jiyanê ye. Lewma jî dibin sedema gelek nexweşiyan. Li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind tekane paca ber bi hewşê ve vedibe jî bi têlan hatine girtin. Lewma jî girtî nikarin hewayê paqij bistînin û rê li ber pirsgirêka ronahiyê jî vedike.”    ENCAM Û PÊŞNIYAR   Di beşa dawî ya raporê de bal hat kişandin ser peymanên neteweyî û navneteweyî û ev pêşniyar hatin rêzkirin:   " * Divê tedawiya lezgîn û daîmî ya girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê bê kirin û înfazên girtiyên nexweş ên nikarin di bin şert û mercên girtîgehê de bên tedawîkirin tavilê bên rawestandin.   * Divê rewşa tenduristiyê ya girtiyan li gorî pîvanên gerdûnî û zanistî bên nirxandin û hemû girtiyên nexweşên giran ên hê jî li girtîgehan e li ser bingeha her raporeke nexweşxaneyê ya bi temamî hatine girtin tavilê bên berdan, tedawiya wan bi malbatên wan re bê dewamkirin û sîgortaya wan a tenduristiyê ji aliyê dewletê ve were pêşwazîkirin.   * Divê gefên li ser yekparebûna ruhî û fîzîkî ya girtiyan ji holê bên rakirin û pêkanînên layiqî rûmeta mirovahiyê bên pêşxistin. Eger mirovên tedbîrên pêwîst negirin û xwedî bandor bin, divê lêpirsînên bi bandor werin kirin û ceza werin dayîn.   * Xwarina tendurist mafekî bingehîn ê mirovan e. Girtiyên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, mafê wan heye ku xwarina ji aliyê doktoran ve tê nivîsandin, werbigirin. Girtiyên nexweş an jî hikumxwar divê ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve tên kirin, xwarinê bidin wan. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar da ku di serlêdana takekesî ya Ebedîn Abî ya Tirkiyeyê de qedexeya tedawiya li dijî rûmeta mirovan hatiye binpêkirin (B.No: 10839/09, 13/3/2018) ji bo girtiyekî nexweş an jî mehkûm xwarina diyetê neda.   * Divê birina nexweşan a li revîrê û veguhastina wan a nexweşxaneyê bê lezandin. Divê were piştrastkirin ku teşhîs, tedawî û kontrol ji aliyê doktorên pispor ve tên kirin. Divê hejmara personelên tibî yên li girtîgehan bên zêdekirin.   * Divê şandina nexweşan a bê hewa, sar a zivistanê û  germa havînê û hiştina bi saetan a li rîngê li ber nexweşxaneyê bê bidawîkirin. Nexweşên giran divê ne bi wesayîtên rîngê, bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyan bên kirin. Divê wesayîta rîngê ya yek kesî bi temamî bê rakirin.   * Divê dest ji serlêdana rêbaza muayene û tedawiyê ya bi kelepçe bê berdan. Rêyên din jî dikarin bên dîtin û ji bo hewcedariyên ewlehiyê bi têra xwe bên dabînkirin; avakirina yekîneyeke çavdêriyê li nexweşxaneyên bi vî rengî dibe ku yek ji van çareseriyan be.   * Mafê her girtiyên nexweş heye ku li gorî etîka tibî xizmeta tenduristiyê werbigire, ji ber ku divê serî li her nexweşekî bide, li derdoreke ku ji mahremiyeta wan re hurmet tê nîşandan, bi rengekî hêjayî rûmeta mirovahiyê ye. Yekitiya Tabîbên Cîhanê û Yekitiya Tabîbên Tirk jî gelek nivîsan diweşînin ku di dema muayeneya girtiyan de her cure qedexeyê ji holê rakin û kesê bi kelepçe muayene û tedawî nekin. Yekitiya Tabîbên Tirk di Kanûna 1994'an de der barê mijarê de deklarasyonek weşand û vekirina kelepçeyê weke 'wezîfeya doktor' pênase kir û ragihand ku muayeneyên bi vî rengî li dijî prensîbên exlaqa pîşeyî ya li tibê ye.   * Divê Saziya Tipa Edlî ji raporên taloqkirina înfazê yên ji ber sedemên tenduristiyê yên dawî û yekane otorîte bê rakirin û raporên nexweşxane û nexweşxaneyên Zanîngehan jî bên qebûlkirin.   * Divê darizandina dozgerên komarê ya di biryarên taloqkirina înfazên ji ber sedemên tenduristiyê de bên rakirin, înfazên cezayan li gorî raporên ji aliyê nexweşxaneyan ve hatine dayîn bên taloqkirin û pîvana "xeteriya li ser ewlekariya cemaweriyê" ya li pêşiya taloqkirina înfaza girtiyên nexweş ji qanûnan bê derxistin. Divê ji bilî rewşa tibî ya heyî ya kesên têkildarî taloqkirina înfaza cezayê ji ber rewşa wan a tenduristiyê ti astengî neyê danîn   *Li gorî biryarên koma Gurban/Tirkiyeyê, divê ji bo serbestberdana girtiyan dîrokeke guncaw were diyarkirin û rewşa wan a tendirûstiyê li ber çavan bê girtin.   * Divê giştînameyên serokomar ên ku ji ber sedemên tendirûstiyê biryara efûkirina girtiyan amade dike bê sererastkirin û serokkomar bêyî ku cudahiyê bike divê desthilatiya xwe ya derbarê girtiyên nexweş ên giran de bi kar bîne.   *Divê rejîma înfazê ya Tirkiyeyê bê guhertin ku wê li gorî Rêzikên Mandela yê NY'ê bîne û di warê TMK'ê de dawî li cudakariya di înfazê de bê anîn."