'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye' 2025-04-28 11:20:22   RIHA – Endama Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Sîham Dawûd têkildarî Konferansa Yekrêziya Kurd axivî û diyar kir ku di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye.    Di 26'ê Nîsanê de li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Konferansa Yekrêziya Kurd û Helwesta Hevbeş a Rojava hate lidarxistin. Konferansa ku 400 delege lê amade bûn, di nava Kurdan de weke gaveke dîrokî hat nirxandin û di heman demê de bû sedema coş û kelecaneke mezin.   Delegeya konferansê û rêvebera Navenda Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Sîham Dawûd têkildarî konferansê axivî û wiha got: “Me dît ku dilê 40 milyon Kurdan li Qamişlo lê dide. Di dîroka gelê Kurd de rojeke gelekî girîng bû. Partiyên siyasî yên Kurd, partiyên siyasî, rewşenbîr û demokratên Kurdistanê bi yekhelwestî li dijî polîtîkayên îmha û tunekirina Kurdan daxwazên xwe anîn ziman. Kesên ku nikarîbûn beşdar bibin peyamên xwe ji konferansê re şandin. Weke ku hûn jî dizanin, biryar hat dayîn ku di deklarasyona dawî de komîteyek bê avakirin. Li gel vê şandê ji bo parastina mafên Kurdan di wateya yasayî de xebat bên meşandin.”   Sîham Dawûd da zanîn ku di konferansê de mijarên sereke mafên jinan, jiyana bi hev re ya hemû nasname û baweriyan bû.    PEYMANA JINAN   Sîham Dawûd destnîşan kir ku şoreşa jinan û destkeftiyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mayînde dike û wiha got: "Hem şoreşa jinan û hem jî pêşengiya jinan a pergalê di rêveberiya xweser de bingeheke dîrokî heye. Jinan di vê pêvajoyê de berdêlên mezin dan. Di konferansê de derket holê ku di serî de pêwîstî bi kongreya jinan heye. Divê pergaleke ku hemû jin cih bigirin û pergala hevserokatiyê bê avakirin bê mîsogerkirin. Di vê wateyê de bi jinên Sûriyê re der barê sîstema jinan di rêveberiya xweser de danûstandineke me heye. Em tecrubeyên xwe yên li vir bi wan re parve dikin. Yek ji biryarên di konferansê de ew bû ku 8 'ê Adarê bibe cejnek giştî. Yek ji mijarên ku hatin nîqaşkirin misogerkirina ku jin di rêveberiya nû de wek pêşeng cih bigirin bû."   ‘DIVÊ TORA JINAN BÊ AVAKIRIN’   Sîham Dawûd da xuyakirin ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Kongra Star, Komuna Jinê ya Zenûbiya û avasaziyên jinan ên partiyan cihê di konferansê de girtin û wiha got: "Weke rêveberiya xweser ji bo avakirina pêşeroja Sûriyeyê gelek pêşketin çêbûn. Ji bo vê jî pêwîst e li Sûriyeyê 'Tora Jinan' bê avakirin. Ev tora jinan ji bo jinên ku kar dikin û xwe bi rêxistin dikin dê roleke girîng bilîze û dê rola jinan di sîstema nû de ku ji bo Sûriyê were avakirin, xurt bike."   Sîham Dewûd bibîr xist ku di nava kabîneya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de bi tenê jinek heye û destnîşan kir ku jin bi vî rengî nikare bê temsîlkirin û wiha got: “Tabloya ku HTŞ'ê pêşkêş kir, dûrî rastiya civaka Sûriyeyê ye. Divê bê qebûlkirin ku jin xwedî îrade ne.”   HEMÛ GEL HATIN AXAFTIN   Sîham Dewûd axaftina xwe wiha domand: "Pêwîst e jin bi hev re tevbigerin û îradeya xwe bi xurtî nîşan bidin. Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de mafên jinan werin mîsogerkirin. Ji ber ku deklarasyona destûra bingehîn a nû ya daniye pêşiya me, jinan weke kole û karkerên malê dibîne. Ne pêkane ku ev bê qebûlkirin. Em dizanin ku hewcedarî bi kedeke mezin heye. Beriya her tiştî divê delege werin diyarkirin. Gava yekem ew e ku delege destkeftiyên Kurdan di rêveberiya nû ya Sûriyeyê de biparêzin, statuya bajarên dagirkirî misoger bikin, nasnameya Kurdî ya van bajaran biparêzin, modela hikûmetê ya federal an jî nenavendî esas bigirin û di zûtirîn demê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê gavan bavêjin. Di konferansê de rewşa ne tenê gelê Kurd, her wiha hemû gelên li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Hat destnîşankirin ku divê mafên ne tenê gelê Kurd her wiha gelên ji nasname, ol û baweriyên cuda bên mîsogerkirin."     MA / Ceylan Şahînlî