'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’ 2025-04-28 09:02:23 WAN - Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan diyar kir ku divê jin di pêvajoyên çêkirina qanûnan û biryardayinê de xwedî gotin bin.  Komeleya Jinan a Gunebakanê di 25’ê Mijdara 2008’an de li Mêrsînê hate avakirin û armanca wê ew e ku amûrên ji bo wekheviya zayenda civakî pêk tînin peyda bike û van bixe meriyetê. Her wiha ji bo jin di hemû qadên jiyanê de bi zilaman re di nava şertên wekhev û berpirsyartiyên wekhev de bijîn têdikoş e. Komele, ji cihêkariya bingeha xwe ji zayendê digire heta bêqîmetkirina kedê, ji her cureyên tundiyê heta hemû cihêkariyên tên kirin disekine û li dijî pergalên xwezayê tune dihesibînin têdikoş e.    Komxebata Navberê ya 28’emîn a Komxebata Stargehên Jinan a Mor Çatiyê û Navendên Piştevaniyê ku bi malovaniya Komeleya Jinan a Starê li Wanê hate lidarxistin. Endama Lijneya Rêveber a Komeleya Gunebakanê Derya Alpaslan jî tev li komxebatê bû. Derya Alparslan têkildarî xebatên komeleyê û rola jinan a di têkoşîna civakî de nirxand.      Derya Alpaslan, diyar kir ku ji sala 2008’an roja komeleya wan hatiye avakirin heta niha li dijî her cureyên binpêkirinên mafan ên li dijî jinan têdikoşin. Derya Alpaslan, got: “Xebatên me yên têkildarî tundiya li dijî jinê û newekheviya zayenda civakî didomin. Serlêdanên ji bo tundiya derûnî tên kirin, em xizmeta hiqûqî jî didin. Her wiha di mijara zayenda civakî de perwerdeyê didin û hewl didin jinan di vê mijarê de serwext bikin.”    'ZÎHNIYETA MÊR-DEWLETÊ SERWER E’   Derya Alpaslan, got ku îktîdar hewl dide li ser bedena jinê tehekûma xwe ava bike û wiha pê de çû: “Ew biryarê didin ka dê jin çend zarokan biwelidînin. Em bi avadaniyeke ku zilam der heqê jinan de biryarê didin re rû bi rû ne. Zîhniyeta mêr-dewletê serwer e. Em komeleyên jinan li dijî vê avadaniya nekwehev têdikoşin. Newekheviya zayenda civakî yek ji bingehên sereke ya pirsgirêkan e. Li cihekî wekhevî tune be, pêkan nîne pirsgirêk bên çareserkirin. Di civakeke mêr lê serdest de biryarên têkildarî jinan jî mêr didin. Lê têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê demekî dirêj e didome. Heta ku ev têkoşîn hebe jî dê jin bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hêza herî mezin, jin in.”    'DI PÊVAJOYÊN AŞITIYÊ DE ROLA JINAN DIYARKER E’    Bi domdarî Derya Alpaslan bal kişand ser pêvajoya têkildarî pirsgirêka Kurd û got: “Di pêvajoyên aştiyê de rola jinan diyarker e. Pêvajoyên jin tê de cih negirin, mayinde nabin û bi xwe re aştiyeke adilane nayînin. Jin, bi nêrîneke berfireh li civakê dinêrin. Ne tenê xwe, civakê jî difikirin. Zarokan, jinan, zilaman bi hev re difikirin. Ne yekperest in, xwedî nêrîneke berfireh in. Li gorî me divê nêzikatiya li dijî pirsgirêkan jî bi vî awayî be. Divê aştî û azadî bi nêrîneke berfireh were nirxandin. Divê di çêkirina qanûnan û pêvajoyên biryardayinê de jin jî xwedî gotin bin. Divê di mekanîzmayên biryardayînê yên plankirina xizmetên navendên şêwirmendiyê û stargehan de jin cih bigirin. Jin raste rast ji van xizmetan bibandor dibin. Lewma divê biryar li gorî gotina wan teşe bigirin. Di planên çalakiyên wekheviyê yên herêmî û stratejîk de cihgirtina jinan gelek girîng e. Divê jin di her pêvajoyên der heqê jiyana wan de biryar tên dayin de cih bigirin.”    'JIN JI PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ BIBANDIR DIBIN’    Deryan Alpaslan, daxuyand ku yek ji astengiyên li pêşiya wekheviya zayenda civakî jî feraseta rêveberiya navendparêz e û axaftina xwe wiha qedand: “Di nava vê pergalê de mijara herî rehet tê paşguhkirin, destkeftiyên jinan e. Mesela, qeyûm ji ewil êrişî destkeftiyên jinan dikin. An saziyên jinan bi temamî digirin an jî hundirê wan vala dikin. Di hemû pêvajoyan de ji ewil jin tên paşguhkirin. Di pêvajoyên şer, xizanî û krîzan de herî zêde jin bibandor dibin. Barê herî giran li ser milê wan tê hiştin. Herî zêde ew êşê dikişînin.”    MA / Rûken Polat - Ozlem Yacan