Namzetên HDP’ê çûn serdana karkerên çandiniyê 2018-06-21 16:15:57   AYDIN/COLEMÊRG - Namzetê HDP’ê yê Aydinê Ferhat  Tunç di saetên serê dibê de bi karkerên çandiniyê re hatin gel hev û pirsgirêkên karkeran guhdar kir. Li Colemêrgê jî namzetê çûn serdana gundan.    Namzetên Partiya Demokartîk a Gelan HDP’a Aydinê, di çaroveya xebatên hilbijartinê de, çûn serdana karkerên çandiniyê yên herêma Ortaklar a navçeya Germencîk a Aydinê. Namzetên HDP’ê di serdanê de pirsgirêkên karkeran guhdar kirin. Li ser navê namzetan Ferhat Tunç axivî û wiha got: “Em carek din bi karkeriya zarokan re rû bi rû tên. Ev yek me pir xemgîn dike. Karker necar dimînin ku di saet 03.00’an de dest bi xebatê bikin û heya 18.00 şevê bixebitin.  Ligel vê yekê jî AKP kedxariyê dike û çav berdaye keda emekdaran. HDP dê di Meclîsê de, ji vê pergala xerab re bêje êdî bese.”   COLEMÊRG   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê jî, çand roj nêzî hilbijartinê gund bi gund geriyan û xwe gihandin welatiya. Serokê Lijneya Dîsîplînê yê HDP’ê Hamît Geylanî, Wekîlê HDP’a Colemêrgê Nîhat Akdogan, namzetên HDP’ê yên Colemêrgê Saît Dede û Ozgur  Zeydanoglu, Endama Dîvana Serokatiya KCD’ê Dîlek Adsan, Berdevka Meclîsa Jinan a KCD’ê Rukên Akçan, Hevşaredara Geverê ya qeyûm tayînê cihê wê hat kirin Adîle Kozay û endamên partiyan çûn navçeya Şemzînanê û gundek nema ku neçûnê. Şande, li gundên Şapatan, Durê, Çemi Mîran, Alkeva, Parevê, Belûtiya, Dêrîk, Çemê Seyida, Bêgijnê, Çemê Kûr û Mawan bi welatiyan re hatin gelhev.    Şande, çû serdana gundên ser sînor jî û pirsgirêkên welatiyan guhdar kirin. Welatiyan, bal kişandin ser yekîtiya netewî û gotin: “Pirsgirêka herî mezin aboriye. AKP’ê sozên xwe neanîn cih. Em ê hesabê vê yekê di 24’ê Hezîranê de ji wan bipirsin.”