Ferît Şenyaşar hat berdan 2018-06-21 15:42:04   RIHA - Li Pirsûsê, ji malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar ê bi birîndarî ji bûyera çekdarî ya 4 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan, xelas bû û hat binçavkirin, piştî îfade da dozger hat berdan.   Di 14'ê Hezîranê de zilam û parazvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihaye Îbrahim Halîl Yildiz bi çekan êrîşî dikana esnaf Esvet Şenyaşar kiribû. Di êrîşa bi çekan de Bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li nexweşxaneyê bi 23 guleyan û lîncê hatibûn kuştin. Di bûyerê de Fatil, Mehmet û Ferîd Şenyaşar jî birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyên cuda. Birayê wekîl Mehmet Şen Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê ji 3 birayan Fadil Şenyaşar hêj li nexweşxaneyê dihat dermankirin hat binçavkirin û girtin. Mehmet Şenyaşar jî çawa ji nexweşxaneyê derket binçav kirin û piştre serbest berdan.   Birayê wan Ferit Şenyaşar ê li Nexweşxaneya Dilokê dihat dermankirin, piştî ji nexweşxaneyê derket, bi fermana dozger li nexweşxaneyê hat binçavkirin. Ferit Şenyaşar ê hat binçavkirin birin Edliyeya Rihayê û piştî îfade da dozger hat berdan.